المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE .

0 152

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja şemiyê 2.10.2021ê de, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di derbarê naveroka civatê de, M.Fatma Salih endama xwecihiya Amûdê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan, û piştre serokê xwecihiyê bi xêrhatina hemû endaman kir, û rapora Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihiyan hate xwendin”.

 

Herwiha Salih got jî:

“Dûvre civîn guftûgo kir li ser geşedanên herî dawî yên siyasî û ewlehî li se r qada Sûrî bi giştî û li ser qada Kurdistana Sûriyê bi taybetî.

 

Di derbarê vê yekê de, civat rawestiya li ser diyaloka Kurdî/Kurdî ya di navbera PYNKê Û ENKSê de”.

Herwiha Salih got:

“Beşdariya bi awayekî zelalmendî çalakiyên xwecihiyê yên berî demekê hatibûn lidarxistin wek (semînar û xwepêşandan) nirxandin.

Û di dawî de, civat rawestiya li ser serdana şanda opozisyonê û di nav de şanda ENKSê û hevdîtinên wan bi welatên xwedî bandor û rol di çareseriya Sûrî de, li Waşîngtonê “.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.