Bi vexwendinek ji emîndariya giştî ya ENKSê , îro roja înê 24ê Êlûna 2021an, mangirtinek nerazîbûnê li dijî biryarên PYDê ,li pêşiya bargeha ” Neteweyên Yekbûyî ” li taxa Siyahî ya li bajarê Qamişlo li dar xist ..
Û ev yek bi amadebûna cemawar û encûmena niştîmanî û nûnarên partiyan û rêxistinên sivîlan…
Û herwiha ev mangirtin hate li dar xistin li dijî biryar û kiryarên PYD ê û siyaseta ku li kurdistana Sûriyê dimeşîne …
Û her di vê mangirtinê de silogan hatin bilindkirin û wisa li ser we hatibû nivîsandin.
Na bo bilindkirina nirxê Sotemeniyê .
Na bo girtinê û azadî bo girtiyan.
Na bo spandina bacan li ser welatiyan.
Na bo bilindkirina nirxê nan û mazotê.
Û komên çekdar yên bi navê ciwanên şoreşger yên bi ser PYDê ve , êrîşî welatiyan kirin di vê mangirtinê de , lê cemawer bi mêrxasî mangirtina xwe berdewam kirin…
Û herwiha hêjaya were gotin ku rojana rêjaya hejariyê li kurdistana Sûriyê zêde dibe û rewşa xelkê aloz û zehmetir dibe, û ev yek vedgera sedema dirandina biryaran ji aliyê PYD ê ve , ser bilindbûn û bûhabûna nirxê mazot û nan û hemû alav û kelûpelên din yên xwestekên jiyana mirov ya rojane de .
Û ji rexekî dî ve hemwelatiyên kurdistana Sûrîyeyê li dijî vê yekê ne, nirxê mazotê li Rojavayê kurdistanê bê buhakirin û daxwaza betalkirina bilindkirina nirxan dikin û herwiha daxwaza berdana hemû girtiyan dikin yên ku di zindanên PYD ê de û çarenivîsa wan heta niha nediyarên …
Ragihandina ENKS
Raport: Hêvî Delî