Îro ” 16ê Êlûna “2021” an, Salvegera “7emîn “li ser şehîdbûna her pênc pêşmergeyên qehreman,yên Leşkerê Roj ku di roja “16/9/2014 “, di encema şerê dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ya DAÎŞê de rû dabû .
di wî şerî de li herêma kurdistanê, canê xwe ji dest dan û kirina qurbanî ji bo parastina sînorê xaka kurdistanê, li devera ( Hesen Şam), gundê “Sêvdîn ” li herêma kurdistanê.
Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :
1: Comerd Mişo
2:Delîl Ehmed Elî Mihemed
3: Mistefa Cercîs Seîd
4: Beşîr Ehmed Yousif
5: Silêman Hemza Hacî
Tê zanîn, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana sûriyê ku bi navê ( Leşkerê Roj), Tên naskirin, di roja 12/3/2012an, bi biryarekê ji serokê “Mesûd Berzanî ” hat damezirandin û bi pêşengiya pêşmergeyên zêrevanî perwerde dibin, û êdî Leşkerê Roj bûn yek ji wan Leşkerên serkeftî ku piranî ji kurdên sûriya ne, û di bin çavdêriya kadroyên ji kulîjeyên leşkerî de ne, .
Û ji ber vê yekê êdî Leşkerê Roj bûne xwedan hêzeke serkeftî û li milê pêşmergê herêmê di cengê de beşdar bû û şer kirin li dijî rêxistina terorîst ya Daîşê li herêma kurdistanê, û Leşkerê Roj ranewestiyan ji bo berevaniyê di ber xaka kurdistanê de bike, û destkeftiyên mezin bi dest xistin ..
Raport: Hêvî Delî
Ragihandina ENKSê… Qamişlo