Wednesday, August 27, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Elektrîk li ser devera Zirgan hatiye birîn

August 29, 2021
in Breaking news, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
298
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

LI ZIRGANÊ ÊLÊKTIRÎK LI SER BAJAROKÊ “EBÛ RASÊN” Û GUNDEWARÊ WÊ HATIYE BIRÎN BI SEDEMA TOPBARANKIRINÊN JI ALIYÊ TIRKIYA Û KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER WÊ VE

 

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî û şopandina nûçegihanê me, êlêktirîk li ser bajarokê “Ebû Rasên”û gundewarê wê zêdeyî salekê bûye hatiye birîn û di nav re nêzî du hevtiyan êlêktirîk hebû ew jî piştî sazkirina wê bi alîkariya Rûsyayê bi saziya êlêktirîkê re.

 

Di derbarê vê yekê de, çavkaniyekî taybet ji herêma Zirganê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

“Bi rastî zêdeyî salekê bûye êlêktirîk li ser bajarokê Ebû Rasên û nêzî 40 gundên bi ser wê ve hatiye birîn.

Û sedema wê jî ji topbarankirinên Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve li ser van herêman, Lê dema dihat sazkirin bi riya Rûsya dîsa jî dihat birîn dûm nedikir carna rojekê û carine jî nêzî hevtiyekê dûm dikir û dîsa jî dihat topbarankirin ji aliyê Tirkiya û çeteyên bi ser wê ve”.

 

Herwiha çavkaniyê taybet got jî:

 

“Êlêktirîka me ji aliyê bajarê Til Temir dihat, lê piştî van topbarankirinên dawî ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve, êlêktirîk li ser bajarê Til Temir jî hatiye birîn û hege êlêktirîka bajarê Til Temir saz bibe ya bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê saz nabe, Ji ber ku gelek beştên ku êlêktirîkê ji aliyê Til Temir vedighezîne bajarê Ebû Rasên hatine topbarankirin.

Û ez dikarim navê hineg gundan bêjim yên ku êlêktirîk li ser wan hatiye birîn.

 

 

(Bajarê Ebû Rasên

 

,Dirdara, Im Hermela, Bisîs, Mi’amira, Medmûra, Dada Ebdal, Rebî’ata,Til Werd, Zêdiyê, Sindoqliyê, Xirbe Dexîl, Fethela, Mensef, Lizga, Xan, Inabiya, Mirad, Asî, Boxazê, Xirbe Şi’îr, Babilxêr û Xiwêtla …..hwd).

 

 

Herwiha çavkanî got jî:

 

“Ev bûye demek êlêktirîka bajarê Ebû Rasên ji aliyê bajarê Dirbêsiyê tê, lê ew jî pir kêm tê, di rojê de carine nîv demjimêrê tê û carine jî hege baş be dighê du katijmêran”.

 

 

Herwiha nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji bêdengiya civaka navdewletî û bi taybet her du welatên zilhêz( Emrîka û Rûsiya)

Hêjayî gotinê ku heta nivîsandina vê raportê hîn êlêktirîk ne hatiye sexbîrkirin û çakirin .

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

NORWÊC: NAVEROKA HEVDÎTINA XWECIHIYA NORWÊC YA BI SER ENKSÊ VE BI BERPIRSIYARÊ NÛ YÊ DOSYA SÛRÎ RE..

Nivîsa Paşîn

XWECIHIYA TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

Nivîsa Paşîn
XWECIHIYA TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

XWECIHIYA TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne