Di êvara roja yekşemê 22.8.2021ê de, guleyek bê armanc li jineke kurd bi navê Rûla Mahmûd dayika du zarokan li bajarê Hesekê dikeve, û ta roja sêşemê 24.8.2021ê bijişkan ew gule ji laşê wê derxistin û ew jin bi saya XWEDÊ û bi saya bijîşkan saxlem bû.
Di derbarê vê yekê de, hevserê wê bi navê Mihemed Ilyas ji nûçigihanê me re axivî û got:
“Di destpêkê de, ez spasiya XWEDÊ û bijîşkan dikim, ku hevjina min bi saxlemî rabû ser xwe û nav zarokên xwe.
Herwiha Mihemed got jî, bi rastî min û malbata xwe êvara yekşemê li ser banî me şîv dixwar, lê mixabin ji nişkêve hevjina min ko hineka kevir li pişta min lêxist û me nizanî bû çi bû jî, me bi lez wê gihanda ser pizîşk wê çaxê me naskir ku guleyek li nav piyê wê ketiye.
Û bijîşkan, ta roja sêşemê di 24ê vê heyvê gule ji laşê wê derxistin”.
Herwiha Mihemed got jî:
“Ev guleya di dema derketina ancamên ezmûnên refê 12an de, ya xuleya duyem “.
Hêjaye gotinê, ku şêweyê van guleyên bêpirsiyarî li herêmên Kurdistana Sûrîyê pir rûda ne û ziyanî mezin dighîne welatiyan..
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah