Wednesday, August 13, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Ronahiyek li ser dîrok û xebata serok û pêşmerge ” Mesûd Barzanî “

August 16, 2021
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî
0
0
PARVEKIRIN
244
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Serok û pêşmerge ” Mesûd Barzanî “di karê kurdayetî û netewayî û pêşmerge de berdewam e û her di xebateke pîroz de bervanî û parastina doz û azadiya mafê gelê kurd li hemî cîhanê dike, bi tevlîbûna wê di Temenê “16” salî, di sala “1962” an, roleke berçav tevlî rêza pêşmergeyên dilsoz bû û hilgirtina çek û rext li milê qehremaniyan de beşdar bû , da ku milet û xaka xwe biparêzin û bigihêjên mafên xwe yê rewa di bin sîpera Alaya rengîn û Kurdistaneke serbixwe bi hizir û rêbaz û ramanên niştîmanî û netewayî de……

 

Û her di derbarî dîrok û kar û xebata Serokê pêşmerge û rêberê gelê kurd” Mesûd Barzanî…..

 

Mesûd Barzanî di 16ê Tebaxa “1946”an de, li Mehabadê li kurdistana Îranê, li jêr alaya kurdistanê û li roja damezrandina partiya Demokrata kurdistanê ji dayik bûye.

Serok Mesûd Barzanî bi sedema karê siyasî û peywendiya wî bi şoreşa Îlonê ve xwendina xwe ya navendî temam nakir, û bi temenê” 16″ salî di sala “1962”an de, çek hilgirt û tevlî rêza pêşmergeyên kurdistanê bû, û roleke berbiçav hebû di beşdarbûna wî di şoreşên kurdî de, ku di” 11ê Îlona” 1961″ê de, bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî destpêkir û heta sala” 1975″ ev şoreş berdewam bû, û Serok “Mesûd Barzanî “piştgiriya bavê xwe kir û tevlî karê siyasî bû.

 

Serok” Mesûd Barzanî” di temenê “Bîst “salî de bi awayekî rêk û pêk têkilî Karûbarê siyasî bûye, û di sala” 1970″ ê de, beşdarî wê tîma kurdî bibû ku gûftûgoyê li gel Hikûmeta Îraqê, li ser rêkeftina Otonomî kir.

 

Di sala”1971″ ê de, Serok “Mesûd Barzanî” li dema sazkirina kongreya “Heşta ” ya partiya Demokrata kurdistanê bi sîfeta endamê komîteya navendî ya partiyê hate hilbijartin, û paşî bû endamê ofîsa Siyasî û erkê berpirsiya dezgeha emnî xist stûyê xwe de. Û herwiha di kongreya “12”ê ya partiya Demokrata kurdistanê di sala” 1999″an de, Serok” Mesûd Barzanî” ji bo seroktîya partiya Demokrata kurdistanê careke din hat hilbijartin.

 

” Mesûd Barzanî ” di salên 90 de, beşdarî çendîn kongir û civînên navdewlatî bûye. Wekî, civînên “Waşhinton” di sala “1992 “an de, û paşî li kongreya londonê ya Îlonê sala” 2000″ û kongreya Salah eldîn sibata “2003”,. Serok “Mesûd Barzanî ” Di” 12″ hezêrana “2005” an de wekî yekemîn serokê herêma kurdistanê ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdistana Îraqê hat hilbijartin.Û herwiha Serok “Barzanî ” di hilbijartinên roja “25” ê Tîrmeha “2009” an bi rêjeya” heftê ji sedî , deng bi destxist û bi awayekî rasterast ji aliyê gelê kurdistanê ve duyemîn car wekî serokê herêma kurdistanê hate hilbijartin û li roja “20” ê Tebaxa “2009” an, li beramberî Parlemena kurdistanê sonda yasayî xwar. Û herwiha di vê derbarê de ku Barzanî ji hoza xwe gelek qurbanî li ser kêşeya kurdî dane, ku rêjîma Îraqê “sê” birayê “Mesûd “Barzanî teror kirin li gel Wan” 8000″ hezar berzaniyên ku ji aliyê rêjîma “Bes”ve, di sala” 1983″ an de hatin enfalkirin Mesûd Barzanî xwe di çendîn hewldanên terorê bûye, bi taybetî hewldana teror kirina li “Vîyana “Paytexta” Nemsayê” di” 8″ çileya sala “1979” an de. Di dawiyê de Mesûd Barzanî wekî serokê herêmê li çendîn welatan bi serdanên fermî kiriya û çendîn serokê welat û serok wezîrê van welatan dîtiye, û axiftina wî bi zimanên ( kurdî û erebî û farisî û îngilîzî, hebû, û ew şeydayê xwendinê bû bi taybetî xwendina pirtûkên dîrokî ..

 

 

Ragihandina ENKS ê

 

Qamişlo….. Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

AMÛDÊ: PDK-SÊ SEMÎNEREK SIYASÎ LI DAR XIST..

Nivîsa Paşîn

Yekîtî Kurdistanî pîrozbahiya serok Barzanî dike bi boneya salvegera 75emîn a damezrandina PDKê

Nivîsa Paşîn
Yekîtî Kurdistanî pîrozbahiya serok Barzanî dike bi boneya salvegera 75emîn a damezrandina PDKê

Yekîtî Kurdistanî pîrozbahiya serok Barzanî dike bi boneya salvegera 75emîn a damezrandina PDKê

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne