Thursday, July 31, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LIDARXIST..

August 15, 2021
in Çalakî, Civak, Nûçe
0
0
PARVEKIRIN
277
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Yekşem 15.8.2021ê de, encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve lidarxist,û mijarên giring bi hev re gengeşekirin.

Herwiha rewşa rêxistinî hat gengeşekirin û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan hat kirin .

 

Û di derbarê wê de, xwecihiyê spasiya hemû endamên beşdar kir li ser berdewamiya wan li ser kar û xebatê ji bo piroja netewî ya ku ENKSê xwediyê wê ye li Kurdistana Sûriya.

 

Herwiha,serokê xwecihiyê M.Umer Emo rawestiya li ser hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û li ser qada Kurdistana sûriya bi taybet.

 

Herwiha Emo, bi awayekî berfireh rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de û di derbarê wê de, tekezî li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan û serkeftina wan hat daxwazkirin û li ser amadekariyên ENKSê jî ku dîsa danûsitandin dest pê bike bi dabînkirina Emrîkan û fermandarê HSDê hat xuyakirin.

Herwiha civat rawestiya li ser têkiliyên ENKSê bi hemû aliyên opozisyonê re..

Û ji aliyekî dî jî civat rawestiya li ser liv û tevgera Eniya Aştî û Azadî jî.

 

Herwiha,Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî) yên di bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar de yên bi ser wê ve, û binpêkirinên di derheqê xelkên resen ve rûdide ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve wekî (kuştin, revandin, talankirin, şewitandin û koçberkirin …hwd).

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê di vê qonaxa hestiyar de, ya ku gelê me têde derbas dibe, bihabûna nirxê dolar û bilindbûna nirxê hemû  pêdiviyên jiyanê.

 

 

Her wiha, hemû mijarên giring ,ji aliyê hemû endamên beşdar hatin şirove û gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

Di dawiya civatê de, encûmena xwecihî endamê berê yê encumena xwecihî ya Dirbêsiyê û gundewarê wê, birêz “Ela Şêxmûs” xelat kir ji ber hewl û xebata wî di dema amadebûna wî wek nûnerê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrata Kurdistan – Sûriya di ENKSê de.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Salvegera pêncemîn a şehadeta her sê pêşmergeyên Roj

Nivîsa Paşîn

AMÛDÊ: PDK-SÊ SEMÎNEREK SIYASÎ LI DAR XIST..

Nivîsa Paşîn
AMÛDÊ: PDK-SÊ SEMÎNEREK SIYASÎ LI DAR XIST..

AMÛDÊ: PDK-SÊ SEMÎNEREK SIYASÎ LI DAR XIST..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne