Îro roja şemiyê” 7″ê, Tebaxa 2021an şandek ji partiya Yekîtî Demokratî Kurdistanî- Sûriya serdana ofîsa PDK-SÊ ya rojhilatî Qamişlo kirin..
Û herwiha ev şanda partiya Yekîtî ji aliyê M, Fesla Yûsif “sekirtêrê partiya Yekîtiya Demokratî Kurdistanî – Sûriya û hin endamên wê partiyê pêk dihat..
Ku ji aliyê serkirda û endamên partiya PDK-SÊ hatin pêşwazîkirin..
Û di derbarî vê serdanê de partiya Yekîtî pîrozbahiyeke germ derbarî serbest berdana rojnamevan ” Îzedîn Mella” û herwiha hêviya berdan hemû girtiyên di zindanên PYDê de kirin…
Û herwiha tê zanîn ku rojnamevan ” Îzedîn Mela” roja 17ê Tîrmehê de di gel hejmarek ji endamên partî ji aliyê çekdarên bi ser PYD ê ve hatibûn girtin…
Û hêjaya were gotin ku di roja 5ê Cotmehê de rojnamevan ” Îzedîn Mela ” di zindanên PYDê de serbest hate berdan….
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî