Îro roj sêşemê 27ê Tîrmeha 2021an, xalkên bajarê Qamişlo salvegera pêncemîn a şehîdên teqîna Qamişlo li cihê teqînê li taxa Xerbî bibîranîn…
Û herwiha ev yek bi beşdarbûna xalkên bajêr û encûmenê niştîmanî û nûnerên partiyan û rêxistinên sivîl û kesayetên Nivîskar û rewşenbîr…
Û herwiha her sal xelkên bajarê Qamişlo salvegera şehîdan li bîra xwe tînin wekî rêzgirtin û wefadarî ji xwîna pakrewanan re ku soza wan her yek e xwîn û canê wan her wê zindî bimînin …
Û herwiha wek tê zanîn ku di 27ê Tîrmeha 2016an, teqîneke bi hêz bi rêya kemyonek bombekirî de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hejand û di encama wê teqînê de bi dehan welatiyên sivîl şehîd ketin û bi sedan birîndarbûn ..
Û herwiha ew roj bû çîrokeke xemgîn li ser zimanê her mirovekî de ku ta niha xemgînî di dilê malbat û dost û xelkên Qamişlo de maye ….
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî