Friday, August 15, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LIDARXIST..

July 15, 2021
in Çalakî, Nûçe
0
0
PARVEKIRIN
247
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja pêncşemê 15.7.2021ê de, encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve lidarxist,û mijarên giring bi hev re gengeşekirin.

Herwiha rewşa rêxistinî hat gengeşekirin û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan hat kirin .

 

Û di derbarê wê de, xwecihiyê spasiya hemû endamên beşdar kir li ser berdewamiya wan li ser kar û xebatê ji bo piroja netewî ya ku ENKSê xwediyê wê ye li Kurdistana Sûriya.

 

Herwiha,Civat rawestiya li ser hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û li ser qada Kurdistana sûriya bi taybet.

 

Civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de û di derbarê wê de, tekezî li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan û serkeftina wan hat daxwazkirin û li ser amadekariyên ENKSê jî ku dîsa danûsitandin dest pê bike bi dabînkirina Emrîkan û fermandarê HSDê hat xuyakirin.

Û ji aliyekî dî jî civat rawestiya li ser liv û tevgera Eniya Aştî û Azadî jî.

 

Herwiha,Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî) yên di bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar de yên bi ser wê ve, û binpêkirinên di derheqê xelkên resen ve rûdide ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve wekî (kuştin, revandin, talankirin, şewitandin û koçberkirin …hwd).

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê di vê qonaxa hestiyar de, ya ku gelê me têde derbas dibe, bihabûna nirxê dolarê Emrîkî li beramberî leyreya Sûrî û bilindbûna nirxê hemû  pêdiviyên jiyanê.

Herwiha civat ji aliyekî dî jî,rawestiya li ser encamên ezmûnên refê 9 û 12 yên rêbaza hikûmeta Sûrî û rêbaza rêveberiya bi ser PYDê ve,yên îsal ,

Di derbarê vê yekê de,civatê diyar kir ku xwendekarên herî serkeftî yên rêbaza hikûmeta Sûrî yên herêmên Kurdî bêtir zarokên berpirsiyarên rêveberiya bi ser PYDê ve ne , Û civatê têde diyar kir ku ev cihê mixabiniyê ye dema  berpirsên rêveberiya bi ser PYDê ve,rêbaza hikumeta Sûrî qedexe dikirin li xelkê ,lê wan zarokên xwe bi dizî dişandin dibistanên hikûmeta Sûrî.

 

Her wiha, hemû mijarên giring ,ji aliyê hemû endamên beşdar hatin şirove û gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Encamên ezmûnên asta amadeyî yên pola “9”an derket

Nivîsa Paşîn

Bi boneya salvegera 64emîn rêxistina Asûrî ya Demokrat ahengek li dar xist

Nivîsa Paşîn
Bi boneya salvegera 64emîn rêxistina Asûrî ya Demokrat ahengek li dar xist

Bi boneya salvegera 64emîn rêxistina Asûrî ya Demokrat ahengek li dar xist

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne