Salvegera pêncemîn li ser şehîdbûna “Daniyal Hewas” ve derbas dibe ku xwîn û canê xwe kir qurbanî di ber xaka Kurdistana pîroz e ku biparêzin ..
Hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên leşkerê roj tên naskirin, di 12/3/2012an de ,bi serpirştiya serokê Netewayî ” Mesûd Barzanî ” hat damezrandin û di bin çavdêriya kadroyên leşkerî de perwerde dibûn..
Û ji dema damezrandina wê ta niha bi hezaran keç û xort birîndar bûna û şehîd ketine .
Yek ji wan pakrewan ” Daniyal Hewas Mehmûd “, ku di roja 5/7/2016″ di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê de canê xwe ji dest da û kir qurbanî di ber parastina sînor û xaka pîroz a Kurdistanê..
Û derbarî zaniyariyên bêhtir ser vî şehîdî ev in:
– Pile: Pêşmerge
– ji dayîk bûn: Amûdê
– Cihê şehîdbûnê: Eskê Mûsilê 5/7/2021…
Û herwiha tê zanîn ku şehîdê pêşmerge ” Daniyal Hewas” ji dayîk bûna sala 1993an, li bajarê Amûdê ,û di sala 2014an tevlî nava refên pêşmergeyên bû yên leşkerê roj û bi dilsozî beşdarî şer li dijî rêxistinên terorîst dibû de ku milet û xaka xwe ji dijminan biparêzên…
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî