المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI ENKSÊ SERDANA NÛNERTIYA ENKSÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ KIR.

0 147

Di roja pêncşemê 1.7.2021ê de, şandek ji ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê M. Se’ûd Elmela û her du endamên wê M.Fêsel Yûsif, endamê desteya serokatiya ENKSê û M.Siyamend Haco, endamê ofîsa pêwendiyên derve ya ENKSê û Eniya Aştî û Azadî, serdana nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kirin.

 

 

Herwiha şanda ENKSê hat pêşwazîkirin ji aliyê serokê nûneratîyê M. Newaf Reşîd, û bi xêr hatina şandê kir û piştre hin mijarnî giring hatin gengeşkirin.

 

 

 

Di derbarê vê yekê de,M.Wa’il Umer, endamê Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman: Di vê hevdîtinê de, mijarnî li ser rewşa Sûrî bi giştî û ya Kurdî bi awayekî taybet li ser asta herêmî û navdewletî ji aliyê şandê hat gengeşe û şirovekirin.

 

Herwiha Umer lê zêde kir ku, di hevdîtinê de, bi awayekî berfireh rawestiyan li ser danûstendinên kurdî, yên di navbera ENKSê û PYNKê de.

Di derbarê wê de, tekezî li ser giringiya serkeftina ancama wê di zûtirîn demekê de bibe.

Û ji aliyekî din jî tekezî li ser pêwîstî û giringiya piştgirtiya Eniya Aştî û Azadî re bibe.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.