Friday, August 1, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

DÊRIKÊ: SILÊMAN OSO SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR. 

June 27, 2021
in Çalakî, Civak, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
301
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja şemiyê 26ê pûşberê sala 2021ê de,M.Silêman Oso endamê desteya serokatiya ENKSê û sekreterê PYK-Sê , semînarek siyasî li ofîsa partiyê li bajarê Dêrikê bi rê ve bir, bi beşdariya nûnerên partiyên kurdî yên siyasî û kesayetên niştimanperwer û civakî .

 

Di destpêkê de,M. Hesen Çep, endamê komîta navendî ya PYK-Sê bi xêr hatin hemû mêvanên beşdar kir, û kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewan0ên Kurdistanê digel sirûda neteweyî ya kurdî Ey Reqîb.

 

Û piştre Oso di axaftina xwe de anî ziman li ser xwepêşandana partiya Yekîtî li beramberî Encûmena gel ya Sûrî di sala 2002an de di roja cîhanî ya mafên mirovan ku bû destpêka têkiliyan di navbera tevgera siyasî kurdî û pêkhateyên din ên gelê Sûrî, ta ku şoreşa Sûrî dest pê kir di bihara 2011an de, û hevbeşiya gelêrî û tevgera kurd a siyasî di nav de, û di encama wê de damezrandina ENKSê hat ragihandin, û nîşan da ku PYDê xwe jê vekişand berî ku dest bi kongirê xwe yê yekemîn bike.

 

Herwiha Oso lê zêde kir ku piştî PYDê herêma Kurdistanê kontrol kir, hewildan ji bo rêkeftina Kurdî dest pê kirin, û bi îmzekirina sê rêkeftinên di navbera her du aliyan di bin siya Serok Mesûd Berzanî de, ku PYDê jê direviya, û piştî wê qonaxek nû dest pê kir ku gelek binpêkirinên rû dan ( girtin, sirgûn, şewitandina nivîsgehan û girtina wan) .

 

Herwiha Oso wiha got: ku di wê demê de, Encûmen gihîşt rêkeftinekê ku tevlî koalîsyona dijberîya Sûrî bibe li gorî belgeyeke konevanî, û bû beşek ji desteya danûstandina Sûrî û komîta destûrî, digel damezirandin Bera Aştî û Azadiyê bi Şepêla sibehê ya Sûrî û rêxistina Aşûrî a demokrat re.

Û ji alîyekî din ve Oso diyar kir ku digel hebûna Emrîkayê li Kurdistana Sûriyê, û piştî bidawîbûna şerê li dijî rêxistina terorîst a Da’işê destpêşxeriyeke Fransî ji bo danûstandinên Kurdî lê ew jî têk çû.

 

OSO da zanîn ku Waşîngtonê destpêşxeriyeke ji bo yekrêziya mala Kurdî ragihand, ku dîyalogê di destpêkê de di navbera ENKSê û PYDê de bû, bi mercê ku ew pêngavên avakirina baweriyê rû bide wek( serbestberdana girtiyan, diyarkirina çarenivîsa wendayan, vekirina ofîsan, rêxistina çalakiyan), û li ser nêrîna siyasî û lêvegera Kurdî rêkeftin, lê di encama dûbare kirina binpêkirinan diyalog rawestiya, û piştî rêveberiya Emerîkî ya nû dest bi karê xwe kir şanderê Emerîkî çend civîn bi ENKSê re pêk anî ،û bi hêviya ku rûniştinên dîyalogê ji nû ve de dest pê bike digel garantîya Emerîkî ku ev binpêkirin neyên dûbare kirin.

 

Derbarê ENKSê Oso nîşan da ku kongirê wê nêzîk bûye.

 

Herwiha derbarê deverên kurdî “Efrîn, Girê Spî, Serê kaniyê” yên di bin kontrolkirina artêşa Tirkî de ye, Oso diyar kir ku pirsgirêka vegera koçberan karê sereke ye ji bo Encûmenê, û tevî astengiyên ku di karê komîta lêgerîna rastiyê li hemû deveran rû dide ENKSê dixebite bi opozîsyonê re ji bo çareseriyê.

 

Di dawiya semînerê de, derfet ji beşdaran hat vekirin ku lêpirsîn û pirsên xwe pêşkêş bikin, ku ji aliyê M.Silêman Oso Sekreterê Yekîtî bi sîngek fireh hatin bersivandin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

AMÛDÊ: PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ-SÛRIYA OFÎSA XWE LI BAJARÊ AMÛDÊ VEKIR.

Nivîsa Paşîn

TIRBESIPIYÊ: RÊXISTINA ROJHILATA YA PYK-Sê BI BONEYA 47EMÎN SALVEGERA KEMERA EREBÎ LI BAJARÊ TIRBESIPIYÊ SEMÎNAREK LI DAR XIST.

Nivîsa Paşîn
TIRBESIPIYÊ: RÊXISTINA ROJHILATA YA PYK-Sê BI BONEYA 47EMÎN SALVEGERA KEMERA EREBÎ LI BAJARÊ TIRBESIPIYÊ SEMÎNAREK LI DAR XIST.

TIRBESIPIYÊ: RÊXISTINA ROJHILATA YA PYK-Sê BI BONEYA 47EMÎN SALVEGERA KEMERA EREBÎ LI BAJARÊ TIRBESIPIYÊ SEMÎNAREK LI DAR XIST.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne