المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Sinceqê pîrozbahiya partiya Gel a Kurdistanî kir

0 86

Derbarî çalakiyên encûmena xwecihiya ya Sinceqê ,şandek ji xwecihiyê serdana nivîsgeha partiya Gel ya Kurdistanî-Sûriya, li bajarê Qamişlo kirin.

 

Û herwiha ev yek bi boneya pêşkêşkirina pîrozbahiyê derbarê ragihandina Yekîtî di navbera her du partiyan de P.Y.D.K-Sê û P,Y,K,Aê…

 

Û ji aliyê xwe ve şanda xwecihiyê pîrozbahiyeke germ arasteya Partiya Gel kirin li ser vê gava girin û pîroz û hêviya serkeftinê di kar û xebata wan de anîn ziman..

 

Û herwiha tê zanîn ku di “14”ê, meha pûşberê de, di civateke berfireh de ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin û têde her du partiyên beşdar PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATA KURD LI SÛRIYA Û PARTIYA YEKÎTIYA KURDISTANÎ YA AZAD “,ji bo ragihandina Yekîtiya tevlîbûnê di navbera wan de di bin navê ” Partiya Gel ya Kurdistanî- Sûriya, û têde M,Ebdelsemed Xelef Biro “, wek sekreterê vê partiyê hat hilbijartin, û M,Hejar Elî ” wek cîgirê sekreter hat hilbijartin…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.