Friday, August 15, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Penaberek Kurd li Swîsreyê jiyana xwe bi dawî anî..

May 22, 2021
in Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
378
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Înê 21ê gulanê de, ciwanekî kurd ji xelkên Kurdistana Sûrî bi navê Can Ebas Esed li Welatê Swîsreyê xwe kuşt.

Esed Ebas Esed û bi navê Can dihat nasîn, ku temenê wî nêzîkî 31salî ye û hîn nezewiciye ye, û ji gundê Tirbe ye, yê bi ser bajarê Amûdê ve li Kurdistana Sûrî

Di derbarê vê bûyerê de, bi rêz Şêxo Esed apê rahmetiyê Can Esed, ku li Elmaniya nîştecîh bûye ji malpera me re ragihand û nî ziman:

 

“Di destpêkê de, ez spasiya we dikim, li ser şopandina we ji vê bûyera xemgîn.

Biraziyê min ji jora pirek gelekî bilind xwe avêt erdê û di cih de, jiyana xwe ji dest da”.

 

Herwiha Şêxo got jî: “Li gorî zaniyariyan pir bilindbûna wê nêzîkî 70m, û ta niha polîsê Swîsreyê termê wî nîşanî me nedane , ji aliyekî dibêjin em naxwazin hûn termê wî bi vî rengî bibînin û ji aliyekî din jî li cem wan cejne û betlane ye, û hîn raporta polîsê Swîsreyê di derbarê vê bûyerê de, der neketiye li gorî agahiyên taybet wê raport roja sêşemê 25ê vê heyvê derkeve ta em baş nasbikin sedem çi ye.

 

Herwiha Şêxo di dawiya axaftina xwe anî ziman û got: “Bi rastî ez dixwazim di riya malpera we ya ENKSê de, bangeweziya xwe bighînim rêxistinên mirovahî û bi taybet herêma Kurdistana başûr (serok Mesûd Barzanî, Nîçirvan Barzanî û Mesrûr Barzanî) û ENKSê ji bo alîkariya me bikin ta termê biraziyê min ji welatê Swîsreyê veguhêzin Kurdistana Sûrî”.

Hêjaye gotinê ku di van her du salên dawî de, hejmara yên xwe bi destên xwe dikujin zêde bûye û piraniya wan jî temen biçûk in ji ber alozî û nexweşiyên derûnî û birsên civakî û aborî .

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Semînerek nû li korbenda çaksazî û guhertinê hat li dar xistin..

Nivîsa Paşîn

Amadekariyên xwendevanên pola (9-12) ji bo pêşkêşkirina ezmûnan..

Nivîsa Paşîn
Amadekariyên xwendevanên pola (9-12)  ji bo pêşkêşkirina ezmûnan..

Amadekariyên xwendevanên pola (9-12) ji bo pêşkêşkirina ezmûnan..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne