Monday, July 28, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

KURDISTANA SÛRIYÊ: CEJINA REMEZANÊ HAT PÎROZKIRIN Û LI HIN DEVERAN BI AWAYEKÎ CÛDA HAT VEJANDIN.

May 13, 2021
in Civak, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Cîhan, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
420
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Îro Pêncşemê 13ê Gulanê roja yekemîn a cejna Remezanê li piraniya dewletên Misilmanan hat pîrozkirin, û piraniya herêmên Kurdistana Sûriyê.

 

Wek tê zanîn, di roja yekem ji cejnê de xelkên herêmê berî hertiştî berên xwe didin goristanan û her malbatek diçe ser gora miriyên xwe û miriyên xwe bi bîr tînin .

 

Herwiha cejna îsal, ji bilî estengiyên jiyanê ji hemû aliyan, lê nexweşiya veyrûsa korona hişt bi awayekî cûda cejn bê vejandin.

Li Qamişlo bi dilekî geş û bi coş xelkên bajarê Qamişlo , pêşwaziya roja yekem ji cejna Remezanê kirin û bi Kêfxweşî pîrozkirin, û nimêja cejnê li mizgefta Elî bin Ebî Talib hat kirin ..

 

Derbarê vê yekê de hemwelatîyekî bi navê ” Xalid Elî ” ji xelkê taxa “CÛDÎ ” ji malpera ENKS ê re Kêfxweşiya xwe wiha diyarkir û got: Bi boneya hatine Cejna Remezanê ya pîroz xweştirîn pîrozbahî arasteyî tevahiya malbat û dost û heval û herwiha gelê kurd û yên misilman dikin û bi taybetî pêşmergeyên qehreman ku ji bo parastina aramiya milet di sengeran de cejna xwe pîroz dikin ..

 

Û herwisa ji aliyekî din ve hemwelatiyan bajarê Qamişlo bi giştî di vê roja pîroz de bi germtirîn hêviya cejneke bi şahî û aştî û aramî û xweşî ji bo tevahiya milet derbas bikin dûrî nexweşiyan û êş û azaran û hevî dikin cejnên werê her kes li welatê xwe û li nav kes û kesûkarên xwe de cejna xwe bike…

 

Û hêjaya were gotin ku cejin geştir û xweştir dibe bi ken û kêfa zarokan ..

 

Û Zarokekê ” Heşt” salî bi navê ” “Dîlma Hacî” ji malpera me re Kêfxweşiya xwe anî ziman: Di destpêkê de cejna malbata xwe û hevalên xwe pîroz dikim û hêvî dikin hemû rojan bi kêf û dilşadî bibîn…

 

 

Û Li gorî şopandina nûçegihanê me ,li bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê , ku limêja Cejnê bi awayekî tekane hat kirin ango her yekî li mala xwe limêj kir.

Û xelkên gundan yeka yeka jî li nav malbatên gundiyên xwe digeriyan û cejna wan pîrozbahîkirin.

 

Herwiha şêweya pîroz bahiyê jî, Silav bi bilind bûna dest tenê bû.

 

Herwiha zarokên gundekî ji gundewarên bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, diçûn hin malan û nediçûn hin malan, lê dema nûçegihanê me ji wan dipirsî çima hûn narin malan bi giştî persiva wan ev bû

“Digotin ew malên ku em naçin çem wan malbata wan bi nexweşiya koronan ketine”

 

Ev jî tê wateya ku bandora nexweşiya veyrûsa korona bi awayekî giştî li ser rewşa xelkên herêmê kiriye.

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî û Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

RONAHIYEK LI SER 13Ê GULANÊ ROJA DAYIKA SÛRÎ …

Nivîsa Paşîn

AMÛDÊ: BI BONEYA CEJNA REMEZANÊ SEROKÊ OFÎSA ENCÛMENÊN XWECIHÎ SERDANA MALBATA TÊKOŞER ÎSA HAC TAHA KIR..

Nivîsa Paşîn
AMÛDÊ: BI BONEYA CEJNA REMEZANÊ SEROKÊ OFÎSA ENCÛMENÊN XWECIHÎ SERDANA MALBATA TÊKOŞER ÎSA HAC TAHA KIR..

AMÛDÊ: BI BONEYA CEJNA REMEZANÊ SEROKÊ OFÎSA ENCÛMENÊN XWECIHÎ SERDANA MALBATA TÊKOŞER ÎSA HAC TAHA KIR..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne