المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serhildana 12ê avdarê li bajarê Qamişlo hat bi bîranîn û serdana Gorên pakrewanan hat kirin ..

0 214

Îro roja înê “12”ê, Adara 2021″an, demjimêr” 11″ piştî nîvro, li beramberî ofîsa PDK-S ê ya rojhilatî Qamişlo, û bi boneya salvegera 17″ yemîn, li ser derbasbûna serhildana “12”Avdarê,.
Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo meşek li darxist û ev yek bi amadebûna hejmarek mezin ji milet û encûmena niştîmanî û herwiha partiyên siyasî û rêxistinên sivîl .

Û herwiha meş destpêkir bi rawestandina 5 xulekên bêdeng li ser giyanê pakrewanên Serhildanê û pakrewanên  kurd û kurdistanê û serwerê wan barzaniyê nemir .

Û piştre berê xwe dan goristana” Qidûrbek,” ya li bajarê Qamişlo û fatîha li ser giyanê pakrewanan hat xwendin.

Û herwiha gotina Partiya Demuqrata Kurdistan _Sûriya, berpirsê rêveber di ofîsa siyasî ya PDK-S M,”Mihemed Ismaîl” ve hat pêşkêş kirin.

Û herwiha gotina Encûmena niştîmanî kurdî li sûriya ji aliyê M, “Loqman Yûsif”, endamê xwecihiya rojhilatî Qamişlo ve hate pêşkêş kirin.

Û herwiha gotina malbatên şehîdan ji aliyê M,Xoşnav ” hate Xwendin.

Û herwiha di derbarî vê salvegerê de Birêz” “EbdElhadî Şêxî “, endamê komîta Şaxî, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” Di destpêkê de sersaxiyê ji hemû pakrewanên serhildana Qamişlo re dixwazin,û her sal vê rojê li bîra xwe tînin weku rêzgirtin û wefadarî ji xwîna pakrewanan re yê ku canê xwe kirin qurbanî ji bo maf û azadiya miletê kurd”.

Û herwiha berdewam kir ku

: “12” Adarê , rojek dîrokî ye ji  li gelê kurda re  li seranserî Kurdistana sûriyê û xwîna van pakrewanan her wê zindî di dilê me bimîne û nayên jibîrkirin”.

Û herwiha tê zanîn ku di roja “12” Adara “2004”an, di matçeke footbolê de ,di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo,

û Tîma Fitûwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitûwê yên erebên şofînî û bi piştgiriya rêjîmê bi kevir û çek û daran êrîşî ser welatiyên kurd yên alîgirên Tîma Cîhad kirin.
Û di encama wê êrîşê de li seranserî bajar û bajarokên Kurdistana sûriyê welatiyên kurd daketin xwepêşindanan, lê rêjîma Be’s bi tundî bersiva wan da û bi dehan kes şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin binçavkirin….

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.