Îro roja duşemê “8”ê,Adara “2021”an ,şandek ji tevgera ciwanên Demoqiratî beşdarî roja Jinê bûn li bajarê Dêrikê ku hat vejandin bi vexwendin ji Encûmena niştîmanî kurdî li sûriya Xwecihiya Dêrikê.
Û herwiha ev şand bi seroketiya M,”Hemza Ismaîl” hevrêzê giştî yê tevgera ciwanan û herwiha hin endamên wê tevgerê.
Û herwiha di derbarî roja Jinê ya cîhanî de M,”Cîhan Reşîd Derwîş “nûnera Tevgerê di encûmena xwecihî ya Dêrikê de ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:
” Di destpêkê de roja Jinê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin , û bi taybetî jina kurd ku her tim kar û xebatê xwe dike li ser daxwaza pêşketina jinê di hemû warên jiyanê de û nexasim di vê qonaxa hestiyar de”.
Û herwiha berdewam kir di gotina xwe û got :
” îro ev şahî û ahingek bi çoş hat li darxistin bi amadebûna rêxistinên jinan û nûnerên partiyan ,
û ev yek weku rêzgirtinek ji karê jina kurd re û rola wê weku Dayîk û herwiha weku şervan ku di singeran de li milê mêran de xebatê dike ,de ku bide xuyakirin ku Jin dikare bi hemû şêweyên Jiyana xwe bi serkeftin birêve bibe.
Û herwiha di dawiyê de ahing bi stran û dîlan bi rêva çû.
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî