XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ BI NÛNERÊN RÊXISTINAN Û PARTIYÊN BI SER ENKSÊ VE YÊN DIRBÊSIYÊ CIVATEK AWARTE LI DARXIST.
Ji bo amedekirina çalakî û vejandina helkeftên heyva avdarê,encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,di roja sêşemê 23.2.2021ê de,civatek awarte bi nûnerên rêxistinan û partiyan li bajarê Dirbêsiyê yên bi ser ENKSê ve li ofîsa xwecihiyê li bajarê Dirbêsiyê li darxist.
Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Eşref El-mela û piştre li ser hin mijaran gengeşekirin.
Herwiha civat bi awayekî rêkûpêk li ser hin helkeftên heyva avdarê gengeşekirin, ji bo amedekirina çalakiyên heyva avdarê û bi çi awayî helkeftên wê bên vejandin.
Herwiha hemû beşdarbûyan nerînên xwe bi awayekî Zelalmendî li ser mijarên hatin gengeşekirin diyarkirin.
Di derbarê vê yekê jî de,hin birayar û pêşînyar hatin sitendin û civat bi awayekî serkeftî bidawî bû.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah