ÊRÎŞ HATE KIRIN SER OFÎSA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ Û HEWILDANA ŞEWATA TIRMPÊLA CÎGERÊ SEROKÊ XWECIHIYÊ HAT KIRIN…
Di roja yekşemê 13.12.2020an de, katijmêr 12ê şev, fîşek (gulle) hatin avêtin bi rexê ofîsa encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, û hewildana şewata tirimpêla cîgerê serokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna mamoste Eşref El-mela hatiye kirin ji aliyê nenasan ve .
Li gorî zaniyariyên taybet di roja yekşemê nîvê şevê katijmêr 12ê şevê,kesnî nenas fîşek avêtine ofîsa encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna û zerarê madî û kirin
Herwiha di wê demê de jî,ew kesên nenas
hewildana şewata tirimpêla cîgerê serokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna mamoste Eşref El-mela hatiye kirin , Lê malbata mamoste Eşref Elmele zû pê hisiyan û agir vemirandin.
hêjaye gotinê ku yên van karên xerab dikin di dema danûsitendinên Kurdî de,yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, tê wateya ev kesên xerab dijî yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ne li Kurdistana Sûriya.
Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah