المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : 60EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN ŞEWATA SÎNEMA AMÛDÊ JI ALIYÊ ENKSÊ XWECIHIYA BAJÊR HAT VEJANDIN.

0 94

Di roja înê 13.11.2020an de,salvegera 60emîn ya pakrewanên şewata Sînema Amûdê ji aliyê encûmena xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe yên rewşenbîr û civaknas û xelkên Amûdê û derdora wê û endamên xwecihiyê bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve.

Di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet pakrewanên şewata Sînema Amûdê rawestiyan.
Piştî ku gul hatin danîn li ser simpola bîranîna pakrewanên Şewata Sînemayê ,wêneya Elfatîha hat xwendin,û piştre mûm jî hatin vêxistin.

Herwiha mamoste Mihemed omer Şêxmûs serokê xwecihiyê axaftinek pêşkêş kir di derbarê vê boneya xemgîn de, û spasiya hemû beşdaran kir.

Herwiha komek ji helbestan jî hatin pêşkêş kirin ji aliyê hin helbestvanan.

Wek tê zanîn ev bûyera xemgîn di sala 1960î de,bi ser gelê Kurd li  Kurdistana Sûriya de hatiye û di encama şewata Sînemeya Amûdê de ya bi navê Şehrezad ,283ê şagirtên dibistanê Şewitîn û tevlî Mihemedê Deqorî jî yê ku  zarok ji agir rizgar dikirin bûn qurbanî.

Ji ber vê yekê dibêjin Amûda bavê Mihemed.
Lê ev bûyer gorî gelek çavdêran bi destê desthilatdariya Sûriya hat bi kar anîn bi rêk û pêk di bin behaneya pişgirt û piştevaniya şoreşa Ceza’ir, lê zarokên Kurdan bûn Qurbanî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.