Şandek ji xwecihiya rojhilatî Qamişlo serdana gora herdû Xebatkarên kurd ” Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif” kir..
Bi boneya salvegera 24emîn ser Şehîdbûna Herdû Xebatkarên Mezin “Şêxmûs Yûsif û Kemal Derwîş”
Şandek ji Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, serdana gora wan kir li goristana “Qidûrbek” li Bajarê Qamişlo û gurzek gul li ser gora wan danîn.
Û ev yek bi amadebûna serokê û Endamên xwecihiyê .
Û herwiha di derbarî vê salvegerê de M,”Nûredîn Xaşo ” serokê encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :
” Em weku encûmana xwecihî ya rojhilatî Qamişlo beşdarî salvegera” 24″ emîn ya koçbarkirina herdû xebatkarên kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir, ev kesayetên siyasî û niştîmanperwerî ne di kar û xebata tevgera kurdî de,û herwiha kar dikirin ji bo doza azadiya milet kurd û xwîna xwe dan ji bo pêkanîna mafê gelê kurd û ji bo milet bigihin mafên xwe yên rewa li Kurdistana sûriyê de” .
Û herwiha hêjaya were gotin ku herdû xebatkarên kurd di roja” 3/11/1996 ” an de, di bûyereke tirafîkê de li ser riya Hesekê Jiyana xwe ji dest dan û li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo bi axê hatin spartin.
Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî