Îro roja pêncşemê” 15″ ê, cotmeha “2020 ” encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo li ofîsa xwe civînek awarte li darxist û ev yek bi amadebûna serokê karûbarê encûmenên xwecihî M, “Mihsên Tahir ” û M,”Nadiya Doko “û herwiha bi hazirbûna hemû endamên xwecihiyê.
Di destpêkê de M,”Nûredîn Xaşo ” bi xêr hatina wan kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
Û herwiha di civînê de M, “Mihsên Tahir ” serokê karûbarê encûmenên xwecihî li ser rewşa siyasî û bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên siyasî di qada Sûriyê de û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê de gengeşekir.
Û herwiha ji rexekî dî ve M, “Tahir “, anî ziman li ser pêşketinên dawî ji encamên danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de û rola wê ya giring ji bo gihiştina nerîneke hevbeş di yekrêzî û yekhelwesta kurdî.
Û herwiha di derbarî vê civînê de li ser binpêkirinên ji aliyê komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve têne kirin li derheqê gelê kurd de ji kuştin û revandin û koçberiya milet anîn ziman..
Û di dawiyê de M,”Mihsên Tahir “Spasiya serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir li ser piştevaniya we di danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de ji yekrêzî û doza mafê gelê kurd li kurdistana Sûriyê.
Û herwiha di civînê de M,”Nûredîn Xaşo” ji bo serokê encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo hate hilbijartin û herwiha M,Xoşnav Neso û birêz Mizgîn weku Cîgirê serok hatin hilbijartin.
Û di dawiya civatê de M,Mihsên Tahir Spasiya hemû endaman kir li ser berdewamiya kar û xebata wan di Encûmena Niştîmanî Kurdî de.
Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî