المجلس الوطني الكوردي في سوريا

4EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN BEHA’EDDÎN FATIMÊ Û BIRAYÊ WÎ EBDULHEKÎM JI ALIYÊ RÊXISTINA HESEKÊ YA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI SÛRIYE HAT VEJANDIN…

0 96

Di derbarê vê yekê de,mamoste Mihemed Ocê endamê komîta navendî ya PYK-S ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Diho di roja Şemiyê 3.10.2020an de,salvegera 4emîn li ser pakrewanbûna BEHA’EDÎN FATIMÊ endamê navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye li Kurdistana Sûriye li gundê Qolo yê bi ser bajarê Til Birak ve, ji aliyê rêxistina Hesekê ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna şandek ji komîta navendî bi serokatiya sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye mamoste Silêman Oso,Herwiha bi beşdarbûna cemawer û endamê rêxistina Hesekê ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye û bi beşdarbûna malbat û xizmên her du pakrewanan”.

Herwiha Ocê got:

” Di destpêkê de bi xêr hatina mêvanên beşdar hat kirin ji hêla partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye û xulek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê pakrewanên pûyera teqîna hola Senabil û bi taybet li ser giyanê hevalê xwe Beha’eddîn Ftimê rawestiyan,û gurzên gulan danîn li ser gora hevalê xwe û Elfatîha xwendin.

Herwiha gotina partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye hat gotin , ji aliyê mamoste Nisrîn Çeto endama ofîsa siyasî ya partiya me ya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye ,herwiha di axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar kir û bêtir li ser kar û xebata hevalê xwe pakrewan Beha”edîn Fatimê nirxandin.

Û teqîna teror ya hola Senabil ya daweta bi tindî şermezar kir ,

Herwiha Çeto di axaftina xwe de,soz da li ser berdewambûna rêbaza partiya hevalê xwe ya ku nûnertiya wê di piroja ENKSê û komîta destûrî û civaka navdewletî de,tê diyarkirin”.

Wek tê zanîn di şeva 3.10.2016an de,teroristekî  li hola Senabil ya daweta û şahiya  li pajarê Hesekê di daweta malbata Fatimê de, xwe teqand di wê pûyera xemgîn de ji xelkên beşdar pir pakrewan ketin û pir birîndar bûn. Herwiha parêzer Beha’edîn Fatimê endamê navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye yek ji wan pakrewana bû.

Ragihandina ENKSê
Rapor :Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.