Dî roja îna bûrî de 2 cotmeha 2020
ofîsa çand û ragihandinê ya PDK-s
, û bi alîkariya rêxistina jinê, çalakiyek hate li darxistin ew jî vekirina xulek bi navê (Bernametiya zimanî ya damarkirî) li ofîsa PDK-s ya rojhilatî Qamişlo û ev yek bi serpirştiya M,”Lava Delî “, endama komîta Herêmî ya PDK-S ê û herwiha berpirsa rêxistina jinê ya Rojhilatî Qamişlo.
û herwiha ev xul ji aliyê M,”Şikrî Yûsif ” ve , wê were pêşkêş kirin, rahênerê bawerpêkirî ji aliyê yekîtiya cîhanî ya rahênerên bernametiya zimanî ya damarkirî ..
Û herwiha di derbarî vê yekê de M,”Şikrî Yûsif “, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:
” Di 2ê ,cotmehê, roja yekem bû ji destpêkirina vê xuleyê ku di dema heftiyekê wê berdewam bê” .
Û herwiha Yûsif ,berdewam kir û ser armanca ji vekirina van xuleyan :
” ji ber tevger û çanda mirov li hemberî pêşketin û geşedanê wan pêşve bibin û agahiyên bêhtir li gel we zêde bikin”..
Û ji rexekî dî ve” Yûsif ” amaje pê kir ku di pêşkêşkirin û vekirina korseyên bi vî rengî de her berdewamin taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku milet têde derbas dibin û bandorê li ser derûniya wan dike ,me xwest bi rêya korsan alîkariya mirovan bikin de ku di Jiyana xwe de serkeftin û destkeftiyên zêdetir bi dest bixin”…
Û di dawiyê de hemû beşdarên hazir pirsên xwe diyarkirin û aliyê M, “Şikrî Yûsif ve ” bersiva wan bi şeweyekî zelal hate bersivdan ..
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî