المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : ŞANDEK JI RÊXISTINA PDKSê SERDANA OFÎSA XWECIHIYA AMÛDÊ KIR .

0 74

Diho di roja pêncşemê de  24.9.2020an de,şandek ji rêxistina Amûdê ya PDKSê serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve kir,ji bo pîrozbahiyê bi vekirina  ofîsê careke dî.

Herwiha şanda rêxistina Amûdê ya PDKSê hat pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiya Amûdê û endamên wê.

Herwiha her du alî hemû pêşketinên herî dawî li ser qada Sûriya û qada  kurdî gengeşekirin , û bi taybetî rawestiyan li ser civatên herî dawî yên di navbera ENKSê û PYNKê de,ji bo yekhelwest û yekrêziya Kurdî.
Herwiha her du alî soz dan li ser berdewamiya kar û xebatê ta bi serkeftina armanca gelê Kurd ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûriye.

Wêne ji Serdanê

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.