المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : Xwediyên ceneratorên elektrîkê, demjimêrên elektrîkê kêm didin hemwelatiyan..

0 78

Li kurdistana sûriyê tunebûn û qutkirina elektrîka niştîmanî ji destpêka kirîza sûriyê ta niha yek ji sedemên sereke bû ku bandor li ser jiyana welatiyan dikir , û herwiha ji ber vê yekê di nava hemû taxên herêmên kurdî de ceneratorê elektrîkê taybet hatibûn danîn ji bo çareserkirina pirsgirêka eletrîkê.

 

 

 

 

Û herwiha ji rexekî dî ve derbarê nirxê empêran, welatiyên bajarê Qamişlo tekez kirin ku hejmara demjimêran û nirxê empêran li her taxekê ji taxa din cûdatir e.

 

Û herwiha li ser vê mijarê welatiyek ji taxa” Cûdî “ya bajarê Qamişlo ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: ku her çend mehan nirxê empêran tê guhartin û berî demekê her empêreke elektrîkê bi “1500” lêreyên sûrî bû, lê ev heyama çend mehan e li gorî biryara hatî standin ji bo her empêrekê “2” hezar lîreyên sûrî hatibû destnîşankirin li hemberî “9 ” demjimêran di rojê de were dayîn û ev bûbû cihê nerazîbûna welatiyan de ku her malekê sê yan çar empêr kişandine û hin ji malan bihtirî şeş empêr kişandine û ev yek li ser wan dibe barekî giran û piraniya wan kocber in û di xaniyên kirê dane..

 

 

 

 

Û herwiha welatiyekî din anî ziman: Ku ev heyama demekêya rewşa karebeya niştîmanî baştir bûye û di rojê de nayê birîn û ceneratorên taxan nayên pêxistin û herwiha tevî vê yekê xwediyên ceneratoran demjimêran zêde nakin dema karebeya niştîmanî were birîn .

 

 

 

 

Û berdewam kir gotina xwe ku em ji xwediyên ceneratoran daxwaz dikin ku ji bilî bilindbûna nirxê empêran ku ew li hemberî vê yekê demjimêrên elektrîkê jî zêde bikin ….

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

 

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.