Roja Înê “14” ê tebaxa “2020 ” an, Salvegera çaremîn li ser şehîdbûna her sê pêşmergeyên qehreman, ku di roja “14/8/2016 “an, di encama şerê dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ya Daîşê, li herêma Kurdistanê, canê xwe ji dest dan û kirine qurban ji bo parastina sînorê xaka Kurdistanê, li devera Giwêr û Xazir, li Herêma Kurdistanê.
Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :
_Pakrewan : Hebîb Qedrî Mihemed .
_Pile : Pêşmerge
_Jidayîkbûn :Qamişlo
_Cihê şehîdbûnê : Xazir 14/8/2016
_Pakrewan : Ibrahim Ferho
_Pile : Pêşmerge
_Cihê şehîdbûnê : Xazir 14 /8/2016
_Pakrewan : Kamîran Hisên Salih
_Cihê şehîdbûnê :Xazir 16/8/2016
Û herwiha hêjaya were gotin ku Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûrîyeyê yên leşkerê roj xwedan hêzeke bi qiwet e bi qehremaniya xwe roleke ber çev li milê pêşmergeyên herêmê re di çengê de beşdar bûn di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst li herêma Kurdistanê,
Û herwiha leşkerê roj ji dema demazirandina wê ta niha bi dihan şehîd û birîndar kirine qurban ji bo parastin û berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de, û herwiha pêşmergeyên Kurdistana sûriyê her çavê wan li rêkeftinekê ye de ku vegerên KurdistanaSûriya û parastina milet û sînorê xwe ji dijminan biparêzin..
Û herwiha tê zanîn ku Şehîdê Pêşmerge “Hebîb Qedrî ” ji dayîkbûna bajarê Qamişlo ye , di nava refên pêşmerge leşkerê roj de Cihê xwe digirt, û di “14/8/2014 ” şehîd ket û li goristana “Qidûrbek” ya li bajarê Qamişlo bi axê hat spartin .
Û şehîd “Ibrahim Ferho ” ji dayîkbûna Bajarê Qamişlo, û di “14/8/2016” şehîd bû û li goristana Şaxikê li Dihokê bi axê hate spartin..
Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî