Encûmena xwecihî ya rojhilatî Hesekê، duh roja Pêncşemê “2/7/2020 ” an de, civîna xwe ya asayî li dar xistin û ev yek bi beşdarbûna piraniya endaman bû .
Û herwiha di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
Û piştre di civatê de li ser hin xalên giring di rewşa rêxistinî ya xwecihiyê de rawestiyan û gengeşekirin.
Û herwiha di civînê de hat gotûbêjkirin li ser pêşhate û bûyerên nû ser qada Sûriyê bi bigiştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê.
Ji aliyekî din ve xwecihiyê tekez kirin li ser rêkeftina aliyên kurdî ku di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de, û Pêwîstî û giringiya Yekîtî û yek helwesta kurdî di vê qonaxa hestiyar de ji bo mafê gelê kurd di destûre nû de were çespandin.
Ragihandina ENKS ê
Wegerandin :Hêvî Delî