المجلس الوطني الكوردي في سوريا

7EMÎN SALVEGERA KOMKUJIYA AMÛDÊ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ AMÛDÊ HAT VEJANDIN..

0 76

Bi vexwendin ji encûmena xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve di roja Şemiyê 27.6.2020an de, salvegera 7emîn ya komkujiya Amûdê, bi beşdarbûna partiyên siyasî yên Kurdî, û rêxistinên civaka sivîl, kesayetên welatparêz û civaknasî herwiha bi beşdarbûna cemawerê Kurdî yên dilêş li goristana Şermola li bajarê Amûdê hat vejandin.

Di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet pakrewanên komkujiya Amûdê, rawestiyan.

Herwiha gurzên gulan hatin danîn li ser gorên pakrewanan û xwendina wêneyê Elfatîha li ser giyanên pakrewanên komkujiya Amûdê hat xwendin…

Herwiha gelemperê beşdar wêneyên pakrewanan û Ala kurdî bilind kirbûn .

Piştre birêz Elî Bekarî, serokê xwecihiya Amûdê, axaftinek da bi navê Xwecehiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve. Naveroka axaftinê şeva komkujiyê, û bûyerên berî wê û pirotestoyên ji aliyê xelkên Amûdê di derbarê binçavkirina çalakvanên Amûdê li ser destên Kurdan ya ku şûna wê birînek kûr hiştiye li cem xelkên Amûdê û hemû gelê Kurd ta niha rehet nebûye.

Herwiha Bekarî axaftina xwe berdewam kir û got:”Em îsal pakrewanên xwe bi bîr tînin lê dengê yekrêzî û yek helwesta kurdî li hemû deverên Kurdî bilind dibe.Wek çawa em bang dikin ji bo yekrêzî û yek helwesta Kurdî, em dibêjin ta ev daxwaz bi serkeve divê hemû şaştî û birîn werin çareserkirin û bitîna Amûdê bê derman kirin.

Herwiha Bekarî di axaftina xwe de diyar kir, divê xwediyên biryarê bi Zelalmendî ew kesên sûcedar di ber komkujiya Amûdê de bikin berpirsiyar û divê sozê bidin çiqasî nakokî hebin ticarî çek di rûyê kurdan de bilind nekin.

Herwiha Bekarî axaftina xwe berdewam kir û got:”Hin pêşxerî bi aliyê rest e re hene ji bo yekrêzî û yek helwesta kurdî divê em hemû alîkar bin ta ev gav bi serkeve ji bo yek helwesta Kurdî ta têkeve xizmeta gelê me ji bo hemû bi rûmet bijîn û kesên xerab bên cezakirin.

Ji aliyekî din jî mamosta Leyla Qirno bi navê malbatên pakrewana axivî û anî ziman:”Spasiya ENKSê û hemû kesên beşdar kir di derbarê vejandina bîranîna pakrewanên şeva sitemkar de.

Ragihandina ENKSê
Raport:ELÎ Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.