Diho roja înê “19”, pûşbera 2020 an, firokeyên Şer yên Tirkiyê sînorê bajarokê Şêladizê û gundê kanî masê li parêzgeha Duhokê bombaran kirin û bi taybetî Êrîş hate ser Gundê Seydan , di encamê de “5” kesên sivîl canê xwe ji dest dan û bûn qurbanî .
û herwiha li gorî jêderên ji nava Şêladizê ku ji ragihandinê re axifîn , ku” 4″ ji wan qurbaniyan nişteciyê li gundê Seydanin û “1” ji gundê kanî masê ya.
Û herwiha navê wan qurbaniyan ev in:
-Emîn Salih
-Azad Mehdî
-Ebas Adam
-Dêman Omer
-Yek ji wan Qurbaniyan ne hate naskirin ji ber ku Laşê wî bi Timqmî Sotî bû .
Û herwiha tê zanîn ku di 15 ê pûşberê de ,firokeyên şer ên tirkiyê êrîşî çiyayê Şingalê ,Mexmûr, Zab,Xwakurk,Avaşîn,û Qendîlê kiribûn û bombarankirn ,
û di vê derbarê de Hikûmeta Iraqê û Ya Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe dane xuyakirin ser van Êrîşan , û Hikumeta Herêma kurdistanêd di daxuyaniyekê de ev yek şermezar kir û herwiha daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê li xaka Herêma kurdistanê bigre û PKk jî pêwîst e wan ji navçeyan vala bike ku êdî nebin sedema aloziyên li navçeyên sînorî yên Herêma kurdistanê.
Û herwiha Hikûmeta Herêma kurdistanê di daxuyaniyê de amaja bi wê yekê kir ku ew naxwazin li nav xaka kurdistanê êrîşî ti aliyekî bê kirin.
Û herwiha Hikûmeta Herêma kurdistanê serxweşî li kesûkarên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê ji bo birîndaran re xwest.
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî