Îro roja pêncşemê” 18″, pûşbera” 2020 ” an Rêxistina jinê ya PDK-s ê ya rojhilatî Qamişlo , semînarek rêxistinî û siyasî li darxist.
û ev yek bi amadebûna M,”Hesen Remzî ” endamê komîta navendî û berpirsê rêxistina rojhilatî Qamişlo yê PDKS ê ,
Û herwiha M,” Lava Delî ” endama komîta Herêmî û berpirsa rêxistina jinê ya rojhilatî Qamişlo, Û bi hazirbûna piraniya endamên şaxan û xwecihiyên herêmê.
Û herwiha di destpêkê de M,”Lava Delî ” berpirsa rêxistina jinê bixêr hatina endaman kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
Û herwiha M,”Hesen Remzî”, di derbarê asta siyasî de baş rawestiya û têde behsa bûyer û pêşahteyên dawî yên siyasî li sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana sûriyê kir.
Û herwiha ji rexekî dî ve M,”Remzî” bi ferehî li ser hevdîtin û lihevkirina di navbera herdû aliyên kurdî kir , di navbera Encûmena niştîmanî ENKS ê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî kurdî ji bo Yekîtiyê û yekrêziyê û yek helwesta kurdî de, û rola serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ser piştgiriya wan ji bo doseya gelê kurd li kurdistana sûriyê axifî.
Û herwiha axifî ser rewşa ku milet li kurdistana sûriyê de derbas dibe di vê qonaxa hestiya de, taybetî li Efrînê û Girê Sipî û Serê Kaniyê û binpêkirinên ku li Der heqê wan de tê kirin.
Û di dawiyê de hemû endaman pêşinyar û pirsên xwe dana xuyakirin ji bo pêşketina karê Partî di kurdistana sûriyê.
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî