Tuesday, September 2, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

COTKARÊN GUNDEWARÊ HISEKÊ TÛŞÎ ZIYANÊN PIR MEZIN BÛN JI BER RÊJEYA ZÎPIKAN/ TEYROKAN…

May 4, 2020
in Civak, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
242
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Wek tê zanîn her sal bi taybet di destpêka heyva gulanê de,barandina baranan û zîpika/ Teyrokên  bihêz,pir zerarê dighînin zeviyên cotkarên belengaz û hejar.

Di roja înê 1.5.2020an de,piştî katijmêr şeşê êvarî,li gundewarê bajarê Hesekê li bakurî wê,li gundê Til Bêder û hin gundên bi ser wê ve,li gorî zaniyariyan ev gund in
( Qasimiya Remaka, Mesûdiyê,Qesrik,Til Receba rojava û rojhilat,kafir û Sîha)zîpikek/ Teyrok  pir bi hêz bariya û ziyanî mezin gihiştiye welatiyan.

Û ev herêm jî nişteçiyên wê li ser çandiniyê û xwedîkirina sewalan,debara jiyana xwe dikin.

Li gorî şopandina nûçegehanê me di derbarê vê bûyer de’ welatiyekî bi navê Fîras Isma’îl kurê lawê mixtarê gundê Mesûdiyê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de em dibêjin spas ji XWEDÊ re bera bi mal be û ne bi can be, Bi rastî zîpikek pir bi hêz bû dema bariya,heke barandina zîpikê dirêj bikra wê xaniyên me baniyana xwarê bi taybet xaniyên ji heriyê”.
Herwiha Fîras axaftina xwe berdewam kir û got:

“Ziyanên mezin gihişt zeviyên gundê me bi giştî hilweşand”.

Herwiha Fîras anî ziman û got:

“Zerarê mal bavê min ez dikarim bêjim yek bi yek çi ye?Nêzîkî 500 donim zeviyên çandiniyê bi giştî hat hilweşandin ne dendik jê ma û xana pez hat xwar û 15 mih jî di Cih de hatin kuştin û nêzî 10 mehan ,  me bi lez şerjêkir”.

Herwiha Fîras anî ziman û got”

:Zeviyê me yên darên Zeytûnan 35 donim zêdeyî 500 darên Zeytûnan hebûn bi giştî zîpikê xera kir û darek me yî Serû temenê wê zêdeyî 30salî hebû ew dar hat xwar”.

Hêjaye gotinê divê rêxistinên xêrxwaziyê bi lez berên xwe bidin van herêman ta alîkariyê wan bikin.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Ji bo Koça Hunermend Se’îd Gabarî ..Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê Nameke Sersaxî belav kir ..

Nivîsa Paşîn

Rewşa belavbûna Korona li Sûriya ..

Nivîsa Paşîn
XWECIHIYA ROJAVAYÎ QAMIŞLO CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

Rewşa belavbûna Korona li Sûriya ..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne