Çekdarên Daiş ê rewşa awarte ya KORONA bi dest xwe ve anîn û Êrîşî hejmarek ji Hêzên pêşmerge kirin di Encamê de 2 Şehîd ketin .
Diho roja sêşemê 7/4/2020 an, çekdarên Daîşê êrîşî hêzên pêşmerge kirin , li ser sînorê Kolco ya ser bi Qzaya Kivrê li Devera Germiyanê li herêma kurdistanê.
û herwiha hêzên pêşmerge di rûbirûbûna Daîşê de bersivdan û di encamê vê êrîşê de Du pêşmerge yên ser bi lîwaya pênc ya Şarezûrê ve şehîd ketin û hejmarek birîndarbûn.
Û herwiha navê her Du şehîdan ev in :
_ Îsmaîl Faris
_Sorgîo Reşîd
û herwiha hêjaya were gotin ku Hêzên pêşmerge û hêzên din ên çekdar ên Herêma Kurdistanê weke hertim di amadebaşiyê de ne ji bo têkşikandina tevgerên terorîst û herwiha parastina xaka kurdistanê ji her metrsiyekê…
Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî