Îro roja Înê 13 ê Avdara “2020 ” an,
Piştî ku Ofîsa PDK-sê ya Rojhilatî Qamişlo hat vekirin careke dî , şandek ji encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya ENKS-ê serdana Ofîsê kirin ji bo Pîrozbahiyê û beşdarbûnê di vekirinê de .
Şanda Xwecihiyê ji serokê xwecihiyê M,Şemdîn Nebî û herwiha endamên wê pêk dihat .
Hêjaye gotinê ku Desteya seroketiya ENKS ê, biryar dabû Ofîsên xwe li kurdistana Sûriyê, ku ev 3 sal in girtîne vebin , her wiha partiyên ku bi ENKSÊ vejî girêdayne , ji ber ku bi zorî û neçarî ev Ofîs hatibûn girtin ji rexê Asayîşa PYDê , Lê ev yek nebû pirsgirêk û rêgir li pêşiya Kar û xebata Encûmena niştîmanî ya siyasî û neteweyî di nav miletê kurd de, ji bo bihêzkirina baweriya milet derbarî cîbicîkirina mafê wan di kurdistana Sûriyê de..
Wêne ji Helkeftê
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî