Îro di roja şemiyê 7.3.2020an de,destaya serokatiya ENKSê li bajarê Qamişlo civiya.
destaya serokatiya ENKSê, hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriye bi giştî û bi taybet li ser qada Kurdî hat gengeşekirin.
Herwiha mijara giring ya ji bo yek helwesta Kurdî jî destaya serokatiya ENKSê baş li ser sekinîn.
Hêjaye gotinê ku kar û xebata ENKSê di heman demê de berdewam e.
Û liv û tevgera ENKSê di hindirê Kurdistan Sûriye de û bi welatên xwedî bandor û hêz di derbarê çareseriya kirîza Sûriye de balkêş û bi nirx bûye.
Ragihandina ENKSê Qamişlo
Raport:Elî Fetah