المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXIST..

0 65

Di roja sêşemê 25.2.2020,an de,encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya yasayî li darxistin ,bi beşdarbûna endamên xwecihiyê û berpirsiyarên rêxistinî yên partiyên bi ser ENKSê ve, li herêma Dirbêsiyê û gundewarê wê,û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di derbarê vê yekê de,serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef, ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman di derbarê naveroka civatê de.
:”Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan , Piştre li ser rewşa rêxistinî baş hat gengeşekirin ,
Û hin pêşînyar jî hatin sitendin  , di derbarê pêşketina xwecihiyê de ,

Û tekez bû li ser Pabendbûna hemû endaman ji bo beşdarbûna civatên xwecehiyê yên yasayî û awerte”.

Her wiha Şêx Xelef anî ziman û got:” Xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat sekinandin.Bûyerên herî dawî yên nû li ser rawestiyan.Û xwecehî li ser hevdîtinên destaya serokatiya ENKSê û komîta wê yî têkiliyên derve bi welatên xwedî bandor û hêz li ser xaka Sûriye û bi taybet li ser xaka kurdistana Sûriye rawestiyan”.

Her wiha Serokê xwecehiyê axaftina xwe berdewam kir û got:

“Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdistana Sûriye û karên xerab yên ku rojane, di derheqê gelê wê yî resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi piştgirtiya Tirkiya.
Mîna wêranbûn,talanbûn,revandin,girtin û kuştin………Herwiha civatê bi tundî şermezar kir”.

Her wiha Şêx Xelef anî ziman û got:

“Civatê tekez kir li ser haziriya helkeftên heyva avdarê ya ku destpêka wê salvegera 41emin li ser koçkirina Barzaniyê nemir derbas dibe ya ku dikeve roja Yekşemê 1.3.2020,an “.

Şêx Xelef di dawiya axaftina xwe de anî ziman û got:

“Civatê tekez kir li ser hevgirtîna di navbera hemû pêkhatiyên civaka sivîl di hindirê bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê,ji bo rastî aloziyê û ne aramiya di herêmê de bisekinin”.

Ragihandina ENKSê Dirbêsiyê

Raport:ELÎ Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.