Tuesday, September 2, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

GÊRGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI QAMIŞLO LI DARXIST..

February 3, 2020
in Çalakî, Civak, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
289
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Yekşemê 2.2.2020an de,gêrgeha encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,(Til Temir,Ebûrasên,Serê Kaniyê û Hesekê) civîna xwe ya yasayî bi beşdarbûna serokê ofîsa karûbarê xwecehiyan bi ser ENKSê ve, mamoste Mihsin Tahir û hin ji endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî yê û bi beşdarbûna serokê xwecihiyên gêrgeha rojava li Qamişlo lidarxistin.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanê pakrewan Mecdel Mihemed û pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet ser giyanê bavê  neteweyî Barzaniyê namir rawestiyan.

Rewşa rêxistinî :

Raport ku ji aliyê xwecehiyan hatibûn hatin xwendin û persivdan wan û serokê xwecihiyan hatin agahdar kirin li ser biryarên ku ji Emîndariya giştî ya ENKSê re hatibû derxistin.

Her wiha M.Mihsin Tahir li ser rola xwecihiyan tekez kir di nav cemawerên Kurd de, ji ber ku encûmenên xwecihî  stûnên ENKSê ne .

Bi taybet di vê qonaxa hestiyar ya ku ev demek bûye li ser êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser bajarê Efrîn,Serê kaniyê,gundewarê Til Temir,Zirgan û Girê Spî.

Rewşa Siyasî :

Rewşa Sûriye bi giştî,û rewşa Kurdî bi taybet hat şirovekirin.

Her wiha mamoste Mihsin Tahir hemû bûyerên herî dawî yên bingehîn anî ziman û bi taybet li ser van xalan baş rawestiya.

-Hemû kar û xebata desteya serokatiya ENKSê û komîta wê ya peywendiyên jiderve û endamên komîta destûrî ya ENKSê

-Hevdîtinên ENksê yên jiderve û li hindir bi Emrîkan,Rûsiya û Urpa.

-Berdewamiya binpêkirinan ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,di derheqên gelê Kurd yên resen li Efrîn,Serê kaniyê,gundewarê Til Temir,Zirgan û Girê Spî li Kurdistana Sûriya wek : kuştin,wêrankirin,revandin,dizîkirin,koçberî û guhertina demoxrafî.

Her wiha mamoste Mihsin Tahir tekez kir li ser xemsariya aliyên berpirsiyr di aliyê opozisyonê ji bo vegerandina penaberan û koçberan li deverên Kurdistana Sûriya ya ku ev  metersiyeke mezin e  di derheqê gelê kurd de.
-Ji aliyê Kurdî,mamoste Mihsin Tahir Tekez kir li ser yek helwesta Kurdî ya ku gelê kurd pêwîste di vê qonaxa hestiyar de ,

Her wiha Tahir diyarkir ku divê TEV-DM hemû destpêşxirî û bangên ji bo yek helwesta Kurdî bi cih bike bi awayekî berpirsyareke dîrokî, ta em tevde bighin hevpariyek rast di aliyê Lêşgerî,rêveberî û siyasî.

Her wiha civat tekez kir, li ser rola serok Masûd Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê li ser piştgirtiya wan ji bo dosaya gelê kurd li Sûriya di hemû civat û hevdîtinên navdewletî de,ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûriya.

Di dawiya civînê  de, Aleyên Kurdî û sumbolê neteweyî hatin belavkirin, li ser xwecihiyan, ji bo geşepêdana çalakiya  kar û xebata wan ji bo amadebaşiyê ji bo  helkeftên bi nirx yên Avdarê .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Derçûna xuleke jinan li qamişlo

Nivîsa Paşîn

Enksê ofîsa xwe li kobanê vekir

Nivîsa Paşîn
Enksê ofîsa xwe li kobanê vekir

Enksê ofîsa xwe li kobanê vekir

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne