Tuesday, September 2, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Bogdanov û Enks ê li Hewlêrê civiyan

January 30, 2020
in Nûçeyên Kurdistanî
0
0
PARVEKIRIN
242
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov ragihand: “Em daxwaz dikin Kurdên Sûriyê xwedî yek helwestê bin.” Bogdanov herwiha got: “Pêwsît e helwesta Kurdî hevgirtî û yek be, herwiha rasteqîne û realît be.”

Îro Pêncşemê 30ê Çile di duyemîn roja serdana xwe bo Herêma Kurdistanê de, Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov li bajarê Hewlêrê li gel Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê re hevdîtin pêk anî.

Şanda ENKSê, ji Kamîran Haco, Ibrahîm Biro, Ismaîl Hesaf û Tahir Sfûk pêk dihat.

Derbarê civîna îro ya li gel ENKSê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov berî destpêkirina civînê û di dema pêşwaziya li şanda ENKSê de ragihand: “Em ji bo gelê Sûriyê û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê, ji Ereb û Kurdan û hemû pêkhateyên din ên olî û etnîkî, hêvî dikin ku bi aştî û di rewşeke asayî û hevlêbûrînê de bijîn.”

Mîxaîl Bogdanov ENKS wek dost bi nav kir û hêviya serkevtinê jê re kir û got:  “Em ji bo dostên xwe yên Sûrî û dostên xwe yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hêviya serkeftinê dikin, ew jî di warê rûbirûbûna terorê û çareserkirina kêşeyan de, di çarçoveya diyaloga rasteqîne de, di nav hemû Sûriyan de.”

Derbarê helwesta aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de jî, Bogdanov tekezî li ser pêwîstiya yekhelwestiya wan aliyan kir û diyar kir: “Herdem em dibêjin, pêwsît e helwesta Kurdî hevgirtî û yek be, herwiha rasteqîne û riyalît be, ji bo ku bingeha diyalogê ligel aliyan bi awayekî cidî dirust bike.”

Bogdanov herwiha red kir, ku ew guşarê li ti aliyekê bikin û got: “Em guşaran nakin. Na, ev ne şêwazê Rûsya ye. Em tiştekî nasepînin û ti guşarê nakin. Ji wê pêgeha ku em dostê gelê Sûriyê ne, em pêşniyaran dikin û şîretan didin.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir, ku ew piştgiriya hemû pêşniyaran ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê dikin. Bogdanov got: “Ji bo me, mijarên balkişandinê yên navxwe hene. Ji bo dostên me yên Sûrî jî mijarên taybet bi wan hene, lewma em piştgiriya hemû çare û pêşniyarên guncaw dikin, ji bo hevterazûya berjewendiyan û hevtêgihiştinên hevbeş.”

Mîxaîl Bogdanov duh Çarşemê danê nîvro bi serdaneke du rojî gihîşt Başûrê Kurdistanê.

Di roja yekem a serdana xwe de, Bogdanov li gel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anîn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, biryar e Mîxaîl Bogdanov têkildarî serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê, îro konferanseke rojnamevanî lidar bixe.

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

TEMÎ Û QEWÎTIYA MIXTARÊ GUNDÊ DAWIDIYA MELE SELMAN BI CÎ NEHAT Û BI XEMGÎNIYA GUNDÊ XWE ÇÛ SER DILOVANIYA XWEDÊ..

Nivîsa Paşîn

Encûmena Dirbêsiyê civiya

Nivîsa Paşîn
Encûmena Dirbêsiyê civiya

Encûmena Dirbêsiyê civiya

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne