Di roja Yekşemê 29.12.2019an de,encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya yasayî li darxist , Bi beşdarbûna endamên xwecihiyê,û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.
Di derbarê vê yekê de,serokê xwecihiyê mamoste Qasim Xelîl ji peyamnêrê me axifî û anî ziman :
“Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de Barzaniyê namir de, rawestiyan , Piştre rewşa rêxistinî
bersiva raportê meha derbasbûyî,hat xwendin,Her wih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin Û hin pêşînyar jî hatin sitendin , di der barê pêşketina xwecihiyê de”.
“Her wiha xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat sekinandin , Bi taybet li ser bûyerên herî dawî yên nû rawestiyan”.
Her wiha Xelîl axiftina xwe berdewam kir û got: ” civat bêtir rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdistana Sûriye û karên xerab yê rojane, di derheqê gelê me dibe ji aliyê komên çekdar yên bi piştgirtiya Tirkiya , Mîna wêranbûn ,talanbûn , revandin , girtin û kuştin , ku civîna me ev yek bi tundî şermezar kir” .
Xelîl axaftina xwe berdewam kir û got :” civîn li ser rewşa penaberan baş rawestiya û spasiya Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo alîkariya wan li ser rewşa penaberên Kurdistana Sûriye.
Û li ser kar û xebata ENKSê di vê qonaxa hestiyar de rawestiya.
Her wiha civat li ser hevdîtinên destaya serokatiya ENKSê û komîta wê yî têkiliyên jiderve û komîta wê ya destûrî bi cenabê serok Mesûd Barzanî û serokê herêma Kurdistana başûr Nêçîrvan Barzanî rawestiyan .
Civîn li ser civînên navdewletî jî rawestiyan yên di derbarê rewşa Sûriya de.
Herwiha ser serdana komîta ENKSê ya têkiliyên jiderve li Mosko rawestiya .
Her wiha xwecehiyê li ser pêşxiriyên ji bo yek helwesta Kurdî jî rawestiya.
Ragihandina ENKSê
Raport:ELÎ Fetah