المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KONFERANSÊ ASAYÎ YÊ HEVKARIYA PARTIYÊN KURDISTANÎ LI ELMANYAYÊ DI DAWÎ BÛ ..

0 94

li bajarê Kolin li Elmaniya di roja Yekşemê 22.12.2019an de,konferansê hevkariya partiyên Kurdistanî yê asayî hat lidarxistin .

Di derbarê vê yekê de,nûnerê tevgera Çaksaziya ya Kurdî li Sûriye mamoste Mihemed Emîn Omer ji Elmanya li ser riya telefonê ji malpera me ya ENKSê re di derbarê naveroka daxuyaniya dawî ya konferansê asayî yê Hevkariya partiyên Kurdistanî li Elmaniya,ragihand û anî ziman :

“wek tê zanîn li gorî rêbaza hindirê konferansê hevkariya partiyên Kurdistanî li Elmaniya her du salan konferansê wê yê asayî tê li darxistin”.

Her wiha  Omer anî ziman û got :” îsal li bajarê Kolin li Elmaniya di roja Yekşemê 22.12.2019an de,konferansê hevkariya partiyên Kurdistanî yê asayî bi beşdarbûna piraniya nûnerên partiyên Kurdistanî li Elmaniya hat li darxistin,

Her wiha konferansê di destpêkê de,xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û yên doza netewî gelê Kurd rawestiyan”.

mamoste Mihemed Emîn Omer axaftina xwe berdewam kir û anî ziman:

” Piştre rewşa siyasî û rêxistinî û darayî yên di rojeva konferans de û planên Hevkariyê yên di qonaxa pêş de hatin gotûbêj kirin”.

Her wiha her ji partiyek Kurdistanî yan ji tevgerekê du nûner beşdar dibin.
Ku di vê konferansê de  tekezî hat  kir in  ku  Hevkarî bibe bingehek ango lêvegerek siyasî ya Kurdî, û wekî platformek siyasî û dîplomasîkar ji bo doza gelê Kurdistanê û mafên neteweyî û niştimanî yên rewa ,

û di heman demê de jî digel hemû bûyerên siyasî û pêşhatên diqewimin li çar parçên Kurdistanê û amade bin ji bo karvedana digel her bûyereke awarte, û têkilî û danûstendinan bi hemû aliyên navdewletî yên taybet bi mafên mirov û hikûmet û partiyên Ewrûpa re bike ji bo peydakirina piştgiriyê ji gelê Kurdistanê û doza wê ya netewî û niştimanî re.

Her wiha nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye mamoste Mihemed Emîn Omer anî ziman û got  :” konfirasê li ser rewşa siyasî û hemû bûyerên herî dawî li seranserî her çar parçên kurdistanê rawestiyan ,

Bi taybet konfiras li ser pêşveçûnên metirsîdar yên li Kurdistana Sûriyê diqewimin hatin gotûbêj kirin, nemaze yên piştî dagîrkirina Efrînê, Serê Kaniyê û Girêspî ji hêla Tirkiyê û komên Çekdar yên bi ser wê ve”.

Her wiha Konferans li ser karê Tirkiyê û Îranê yên li dijî gelê Kurd û berdewamiya wan li ser înkarkirina mafê gelê Kurd yên rewa rawestiyan.

Her wiha Omer anî ziman û got Konferans li ser rewşa Kurdistana başûr baş rawestiya û bi kêfxweşî encamên erênî yên damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û vegerandina peywendiyan di gel Bexdayê de piştî dagîrkirina Kerkûkê û deverên veqetayî ji kurdistanê piştî pêkanîna referandoma Kurdistanê nirxand.

Her wiha Omre anî ziman û got  :

“di dawiyê de, li ser hin xalên rêxistinî yên pêwîst jî rawestiyan û hin guhertin jî hatin kirin û destayak nû hat hilbijartin ji bo rêveberiya kar û xebata
Hevkariya partiyên kurdistanê li Elmanya”.

Her wiha mamoste Mihemed Emîn Omer di dawiya axaftina xwe de spasiya malpera me ya ENKSê kir ji bo karê wê yî ragihandinê yê bi nirx.

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.