Serok Mesûd Berzanî îro 18/12/2019, peyameke serxweşiyê ji Sekirtêrê PDK_S Siûd Mela, şiyand li ser koça dawî ya pismamê wî Dilovaî lê be Ekrem Mela.
Û herwiha di nameya xwe de wiha got : ” Bi navê xwedayê mezin û dilovan, bi xemgînî duh nûçeya koça dawî ya pismamê we yê birêz, jêrazî Ekram Seîd Mela gihişta me, bi vê helkeftina xemgînî de sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarê we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim, û herwiha ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike”.
Serok Mesûd Berzanî
18/12/2019