Di roja în bûrî de 6.9.2019an de,li Kurdistana Sûriye li Havîngeha Zelal li bajarê Dirbêsiyê bi çavdêriya Yekîtiya xwendekaran û Ciwanên Dîmiqratî Kurdistanî -rojava şaxên bajarê Amûdê û Dirbêsiyê xwendekarên serkeftî yên bawernameya 9 navîn û 12 amadeyî û Herwiha hin xwendekarên zanîngehê û peymangehê yên bajarê Dirbêsiyê û Amûdê hatin xelat kirin.
Di destpêkê de hemû xwendekar û malbatên wan yên beşdar hatin bi xêr hatin ji hêla berpirsiyarê rêxistinî yê yekîtiya xwendekaran û ciwanên dîmiqratî Kurdistanî-Rojava mamoste Ciwan Elî.
Herwiha mamoste Ciwan spasiya hemû xwendekaran kir li ser serkeftina wan û herwiha serkeftinî bilindtirîn ji wan re xwest.
Piştre hemû xwendekarên serkeftî hatin xelat kirin.
Herwiha xwendekaran pir kêfxweşiya xwe bi vê rojê anîn.
Amadebûna ev karê hêja bi bilind nirxandin , di heman demê de jî xwestin ku nêzîkbûn hebe ji nifşên nû û bi taybet nifşê xwendekaran yên astên taybet.
Ragihandina ENKSê Dirbêsiyê
Raport:Elî Fetah