Tuesday, September 9, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Kurte jiyana serok Mesûd Barzanî..

August 16, 2019
in Kesên Navdar û Binav û Bang, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî
0
0
PARVEKIRIN
241
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Mesûd Berzanî di 16ê Tebaxa “1946”an de, li Mehabadê li kurdistana Îranê, li jêr alaya kurdistanê û li roja damezrandina partiya Demokrata kurdistanê ji dayik bûye.

Serok Mesûd Berzanî bi sedema karê siyasî û peywendiya wî bi şoreşa Îlonê ve xwendina xwe ya navendî temam nakir, û bi temenê” 16″ salî di sala “1962”an de, çek hilgirt û tevlî rêza pêşmergeyên kurdistanê bû, û roleke berbiçav hebû di beşdarbûna wî di şoreşên kurdî de, ku di” 11ê Îlona” 1961″ê de, bi rêberiya Mela Mistefa Berzanî destpêkir û heta sala” 1975″ ev şoreş berdewam bûn, û Serok “Mesûd Berzanî “piştgîriya bavê xwe kir û tevlî karê siyasî bû. Serok” Mesûd Berzanî” di temenê “bîst “salî de bi awayekî rêk û pêk têkilî Karûbarê siyasî bûye, û di sala” 1970″ ê de, beşdarî wê tîma kurdî bûye ku gûftûgoyê li gel Hikûmeta Îraqê, li ser rêkeftina Otonomî kiriya. Di sala”1971″ ê de, Serok “Mesûd Berzanî” li dema sazkirina kongreya “Heşta ” ya partiya Demokrata kurdistanê bi sîfeta endamê komîteya navendî ya partiyê hatiya hilbijartin, û paşî bûye endamê ofîsa Siyasî û erkê berpirsiya dezgeha emnî xist stûyê xwe de. Û herwiha di kongreya “12”ê ya partiya Demokrata kurdistanê di sala” 1999″an de, Serok” Mesûd Berzanî” jibo seroktîya partiya Demokrata kurdistanê careke din hat hilbijartin. ” Mesûd Berzanî ” di salên 90  de, beşdarî çendîn kongir û civînên navdewlatî bûye. Wekî, civînên “Waşhinton” di sala “1992 “an de, û paşî li kongreya londonê ya Îlonê sala” 2000″ û kongreya Salah edîn aşubata “2003”,. Serok “Mesûd Berzanî ” Di” 12″ hezîrana “2005” an de wekî yekemîn serokê herêma kurdistanê ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdistana Îraqê het hilbijartin.Û herwiha Serok “Berzanî ” di hilbijartinên roja “25” ê Tîrmeha “2009” an bi rêjeya” heftê ji sedî , deng bi destxist û bi awayekî raste rast ji aliyê gelê kurdistanê ve duyemîn car wekî serokê herêma kurdistanê hate hilbijartin û li roja “20” ê Tebaxa “2009” an, li beramberî Parlemena kurdistanê sonda yasayî xwar. Û herwiha di vê derbarê de ku Berzanî ji hoza xwe gelek qurbanî li ser kêşeya kurdî dana, ku rêjîma Îraqê “sê” birayê “Mesûd “Berzanî teror kirin li gel Wan” 8000″ hezar berzaniyên ku ji aliyê rêjîma “Bes”ve, di sala” 1983″ an de hatin enfalkirin Mesûd Berzanî xwe di çendîn hewldanên terorê bûye, bi taybetî hewldana teror kirina li “Vîyana “Paytexta” Nemsayê” di” 8″ çileya sala “1979” an de. Di dawiyê de Mesûd Berzanî wekî serokê herêmê li çendîn welatan bi serdanên fermî kiriya û çendîn serokê welat û serok wezîrê van welatan dîtiye, û axiftina wî bi zimanên ( kurdî û erebî û farisî û îngilîzî, hebû, û ew şeydayê xwendinê bû bi taybetî xwendina pirtokên dîrokî û Siyasî.

Amadekirin : Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Şandek ji ENKS ê wê Serdana Waşinton bike piştî Serdana Moskoyê ..

Nivîsa Paşîn

Sala xwendinê ya nû 2019-2020 li Kurdistanê hat destnîşankirin..

Nivîsa Paşîn
Sala xwendinê ya nû 2019-2020 li Kurdistanê hat destnîşankirin..

Sala xwendinê ya nû 2019-2020 li Kurdistanê hat destnîşankirin..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne