Îro roja înê 27ê mijdara 2026an, li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê xwepêşandanek ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê û li dijî biryarên Bexdayê hat li darxistin .
Herwiha xwepêşandan li ser bingeha helwesteke niştimanî û mirovî û ji bo tekezkirina li ser yekrêziya helwesta Kurdî milet bi girsayî beşdarbûn û bi bilindkirina Alaya Kurdistanê peyama piştgiriyê û yekîtiya neteweyî hat dayîn.
Her wiha beşdaran gefên ku Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên destûrî dikin armanc red kirin û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurdistanê û mafê wî yê di ewlehî, aramî û parastina destkeftiyên niştimanî de anîn ziman.
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo


