Di çarçoveya zincîre çalakiyên ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li herêma navendî (Heleb û Hemayê) pêk anîn û piştî vekirina ofîsa Encûmenê li bajarê Helebê, şandeke bi serokatiya birêz Mihemed Îsmaîl, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, serdana parêzgeha Hemayê kir, di çarçoveya xebatên wê de ji bo pêşxistina peywendiyan bi çalakiyên civakî û kesayetiyên niştimanî re, û ji bo bihêzkirina peywendiyan bi gelê Kurd re.
Şande ev bû:
· Birêz Ebdulbarî Xelef, endamê serokatiya encumenê.
· Birêz Muslim Mihemed, Serokê Encumenê li Helebê.
· Endamê Komîteya Têkiliyan ya Encûmena Helebê birêz Îbrahîm Paşa.
Dr· Ehmed Silêman .
Di vê serdanê de gelek çalakî û civînên civakî hatin lidarxistin û şanda mêvan serdana wan kir:
· El-Beraziya Qunak a mezin ji aliyê mamoste Semir Necîb Axa El Berazî ve, bi amadebûna komeke mezin ji gelê me li Hemayê.
· Mêvanxaneya Fewzan Fexrî El-Berazî li taxa El-Sabûniyê.
· Mêvanxaneya Al Koçan a xwediyê Endezyar Ebû Hilal e.
Hevdîtin bi xêrhatin û destpêkê ji aliyê birêz Muslim Mihemed ve dest pê kir û tê de bixêrhatina amadebûyan kir û tekezî li ser giringiya van hevdîtinan di zêdekirina peywendî û nêzîkbûna di navbera endamên civakê de, û danasîna kar û armancên Encûmenê kir.
Mamoste Mihemed Îsmaîl jî gotarek siyasî pêşkêş kir û tê de behsa pêşhatên rewşa siyasî ya niha û kêşeyên ku Sûriyê di vê qonaxê de derbas dibe, kir, û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevgirtin û yekrêziya Sûriyê ji hemû pêkhateyan kir, û bi hev re kar bikin ji bo derbaskirina kêşeyên heyî, dabînkirina paşerojeke aram, dad û rûmet ji bo hemû gelê Sûriyê.
Ev serdan di çarçoweya dilxwaziya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ye ji bo berfirehkirina xeleka danûstandinê bi gelê me re û çalakiyên wê yên civakî, bihêzkirina hebûna wê ya siyasî û civakî, û bihêzkirina nirxên diyalogê, hevgirtinê û çalakiya hevbeş a niştimanî, bi awayekî ku xizmeta daxwazên gelê Sûriyê ber bi paşerojeke piralî û demokratîk bike.

Ragihandina ENKSê
Rapor: Elî Fetah


