Saturday, November 7, 2026
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

BAHOZA HEWAYÎ LI AMÛDÊ DIDE Û ZIYANÊN MEZIN LI PEY XWE DIHÊLE

November 7, 2026
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî
0
0
PARVEKIRIN
0
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

 

Bahoza hewayî ya ku li ser şiklê bahoza qûçî (tornado) çêbû, roja Înê 6ê Mijdarê piştî nîvro, li gundên gundewarê bajarê Amûdê yê li bakurê Hesekê bû sedema ziyanên madî û birîndarbûna welatiyan.
Bahoza hewayî li herêma di navbera gundên Qicla û Cinq Cîqê de da, ku bi barana gur, barîna zîpikê û bayên tund re hat.

Dîmenên vîdyoyî yên ku ji herêmê hatine belavkirin, çêbûna ewrekî qûçî yê mezin li esman nîşan didin ku wekî stûneke hewayî ji binê ewr ber bi erdê ve dirêj dibû.

Welatiyên herêmê ev dîmen wekî bûyereke nenas ji bo xwe bi nav kirin, nemaze bi berfirehbûna ziyanên ku bayê li mal û avahiyan kirine.

Şêniyên gundê Qiclayê, ku bahoza hewayî bûye sedema hilweşîna sê axurên ajelan û xaniyekî. Wî diyar kir ku ketina beşên hin axuran bûye sedema şikestina hestiyên jinekê û zarokê wê, her wiha sê serî ajel jî telef bûne.

Her wiha şêniyan da zanîn ku bayên tund ziyanên mezin gihandine mal, axur û milkên welatiyan û tekez kir ku tiştê gund dîtiye tirsnak bû û ziyan tenê bi aliyê madî ve sînordar nemane, lê gihîştine şêniyan jî.

Li deverên din ên gundewarê Amûdê, ev rewşa hewayê bi barîna zîpikên mezin re derbas bû, nemaze li gundê Biheyra yê li rojavayê bajêr, hevdem ligel baranbarîn û bayên bihêz.

Tundiya bayê bû sedema rakirina panelên enerjiya rojê ji cihên wan û ziyangihandina hejmarek embar û avahiyên çandiniyê, ji bilî telefûbûna ajelan li deverên ku rastî bahozê hatine.

Mihemed Dawîd, zilamekî heştê salî yê ji gundewarê bakurê Hesekê, ku ew zêdetirî heştê salan e li herêmê dijî û di jiyana xwe de gelek demsalên zivistanê, bahoz û bayên bihêz dîtine, lê wî ti carî diyardeyeke wiha nedîtiye.

Dawûd destnîşan kir ku qûça hewayî mezin û tirsnak bû, bayên pê re gihîştin hêzeke neasayî li herêmê û bûn sedema firîna panelên enerjiya rojê, wêrankirina hejmarek axurên ajelan û telefûbûna heywanan.

Wî zelal kir ku şêniyên gundan di zivistanê de li barana gur û bahozan rahatine, lê tiştê vê carê li herêmê qewimî ji aliyê şiklê diyardeyê, tundiya bayê û ziyanên jê derketine ve cuda bû, û got ku xelkê pêşbînî nedikir ba bigihîje vê hêzê.

Bahoza Qûçî Çawa Çêbû?
Pisporê keşûhewayê Ebdulmecîd Sultan di şîrovekirina xwe ya ji bo vê diyardeyê de got ku çêbûna bahoza qûçî li gundewarê Amûdê di çarçoveya rewşeke neîstîqrariya hewayî de tê şîrovekirin, ku tê pêşbînîkirin di encama têkiliya girseyên hewayî yên xwedî taybetmendiyên cuda de, hevdem ligel bandora pêleke hewayî ya nizm li ser herêmê, çêbûbe.
Sultan diyar kir ku gihîştina girseyeke hewayî ya sar li tebeqeyên jor ên esman bi hewayeke germtir û şiltir a nêzîkî rûyê erdê re, dibe sedema çêbûna şert û mercên ku alîkariya hewaya germ dikin ku bi lez bilind bibe.

Ev yek jî zemînê ji bo çêbûna ewrên birûskî yên mezin amade dike ku dikarin bibin bahozên tund.
Her wiha got ku îhtîmala çêbûna gerînekên hewayî zêde dibe dema ku ev yek bi cudahiya lez û arasteya bayê di navbera tebeqeyên cuda yên hewayê de re rû bide.
Ev diyarde bi awayekî zanistî wekî “birîna bayê ya stûnî” (vertical wind shear) tê nasîn, ku dikare bibe sedema çêbûna tevgereke zivirî di nav bahozê de û di hin şertan de veguhere bahozeke qûçî ku ji binê ewr ber bi rûyê erdê ve dirêj dibe.

Sultan bal kişand ser wê yekê ku rûdana vê diyardeyê li herêmeke wekî Amûdê nayê wê wateyê ku ew tenê li herêmên peravî yan tropîkal çêdibe, ji ber ku bahozên qûçî dikarin li herêmên navxweyî û parzemînî jî çêbibin dema ku şertên hewayî yên guncaw hebin.

Wî amaje bi wê yekê kir ku hatina payîzê û destpêka zivistanê bi gelemperî derfetên hevdîtina girseyên hewayî yên sar û germ zêde dike, ku ev yek dikare şertan ji bo derketina bahozên birûskî yên dijwar li hin deverên Cizîra Sûriyê amade bike.
Derbarê ziyanên ku li herêmê çêbûne, wekî hilweşîna axuran, firîna panelên enerjiya rojê û telefûbûna ajelan, Sultan got ku ev nîşan didin ku herêm rastî bayên tund hatiye, lê bi tena serê xwe têrê nakin ji bo diyarkirina hêz yan pileya bahozê, ji ber ku ev yek pêdivî bi lêkolîna rêça ziyanan, leza bayê û daneyên çavdêriya keşûhewayê heye.

Têkçûna Hewayê û Lehî li Deverên Sûriyê
Bahoza ku li gundewarê Amûdê da, di çarçoveya rewşeke têkçûna hewayê de hat ku di saet û rojên dawî de li çend deverên Sûriyê rû da, û bi barana gur, bahozên birûskî û lehiyên ku ziyan gihandine milk, erdên çandiniyê û binesaziyê re derbas bû.

Li parêzgeha Dêrazorê, bajarokê Herî yê li bajarê Bûkemalê, roja Înê 6ê Mijdarê, di encama barana gur de rastî lehiyên dijwar hat, ku bû sedema bilindbûna avê û ketina wê nav malan, li gorî jêderên xwecihî ku lehiyê hejmarek malên nêzîkî newalan di bin avê de hiştin û bû sedema qutbûna demkî ya rêya navneteweyî ya ber bi Iraqê ve ji ber ziyangihandina rêyan. Di heman demê de, tîmên berevaniya sivîl, ewlehî, polîs û ewlehiya rêyan, bi piştgiriya şêniyan û civaka herêmî, di kontrolkirina ziyanan û veguhestina malbatên ziyandîtî bo cihên ewle de beşdar bûn.

Li gundewarê bakurê Helebê jî, barana gur li hin deverên Efrînê bû sedema lehiyan ku gihîştin erdên çandiniyê û niştecihbûnê, nemaze li gundê Dêr Sewanê yê ser bi navçeya Şerayê ve, ku li wir ziyan gihîşt axê û zeviyên darên zeytûnan, li gorî platforma herêmî ya “Efrîn Niha” û dîmenên vîdyoyî yên ku ji herêmê hatine belavkirin.

Li bajarokê Kesebê yê li gundewarê Laziqiyê, bahoza baranê bû sedema çêbûna lehiyên dijwar piştî ku av ji bilindahiyên çiyayî yên derdora bajarok herikî, kolan veguherîn cihên herikîna avê û av careke din di newalên hişk re herikî.

Di heman çarçoveyê de, rêveberê nivîsgeha ragihandinê li Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya Laziqiyê, Mihemed Xelîl, ragihand ku rêjeya tijîbûna Bendava Belûranê piştî barana gur a li herêmê ji %97 derbas bûye.

Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

WEFADARIYA JI BO NEMIRAN: ŞANDEKE ENKSÊ Û PDK-SÊ GUL DANÎN SER GORÊN SIYASETMEDAR Û HUNERMENDÊN ÇIYAYÊ KURMÊNC

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne