Di çarçoveya xurtkirina rola jinê û pêşxistina wê di jiyana civakî de, û ji bo berdewamkirina dabînkirina jîngeheke piştgir ku wekheviya derfetan misoger dike û jinan han dide, şaxê Hesekê yê Yekîtiya Jinên Kurdistan – Sûriya xuleke perwerdeyî ya çêkirina cips û mûman organîze kir.
Ev xule di bin çavdêriya rahêner Ronahî Ocê de û bi tevlîbûna hejmarek jin û keçan tê lidarxistin.
Armanca vê xulê pêşxistina şarezayiyên wan ên pratîkî û vekirina asoyên nû ye da ku xwe bi xwe bixweyin û ji aliyê aborî ve serbixwe bibin.

Ragihandin: ENKSê
Rapor: Elî Fetah


