Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê, roja Sêşemê 3yê Mijdara 2026an, li baregeha xwe ya li paytext Hewlêrê civînek li dar xist. Ev civîn ji bo avakirina nivîsgeha îdarî û çalakkirina komîteyên pispor hat terxankirin.
Civîn bi xulekek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurd, Kurdistanê û şoreşa Sûriyê ku di serî de nemir Mela Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî dest pê kir.
Piştî gotûbêjên berfireh li ser pêşniyarên ji bo pêşxistina karê rêxistinî, amadebûyan avakirina nivîsgeha îdarî û van komîteyên jêrîn pejirand:
Nivîsgeha Îdarî:
• Cedan Elî: Serokê Nûnertiyê
• Esmehan Dawid: Cîgirê Serokê Nûnertiyê
• Wail Umer: Sekreter
Komîteyên Pispor:
• Komîteya Têkiliyan
• Komîteya Karûbarên Penaberan
• Komîteya Ragihandinê
Di dawiya civînê de, endamên nûnertiyê tekez kirin ku girîng e rola van komîteyan were çalakkirin û di çarçoveyeke sazî û rêkûpêk de kar bikin.
Ev yek ji bo şopandina pirsgirêkên penaberên Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevahengiyê ligel aliyên peywendîdar e, da ku rûbirûyî astengiyan bibin û daxwazên wan bi cih bînin.
Ragihandina ENKSê
Rapor:Elî Fetah


