Roja înê 3 ê Cotmeha 2026an, Rêxistina Jina Kurd ya Azad li ser rewşa Jiyanê ya dijwar li kurdistana Sûriyê , li Ofîsa Partiya Gel a Kurdistanî rûniştineke diyalogî li darxist.
Ev yek bi amadebûna rêxistinên jinan û kesayetên siyasî û rewşenbîrî.
i destpêkê de xanim Perwîn Hiso bi xêr hatina mêhvanan kir, û piştre xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
Herwiha semînar ji aliyê M, Şikrî Yûsif, şêwirmend û pisporê Perwerdehiyê ya Navneteweyî di warê pêşkeftina aborî de hate pêşkêşkirin.
Di semînarê de M, Şikrî bi awayekî berfereh derbarî rewşa jiyanê ya dijwar ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de anî ziman.
Herwiha şert û mercên zehmet ku hiştiye ku milet ê Sûriyê rastî pirsgirêk û rûbirûyî jiyaneke bi bandor di hemû warên jiyanê de ji aliyê qeyran aborî , birçîbûn, metirsî , bêkariyê, nearamî de derbas dibe.
Ji aliyekî din ve behskir ku di encamê de qeyrana aborî dibe sedema sereke ji hejariya Welatiyan li seranserî Sûriyê .
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo


